PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Serkeftina S-400’an ya kê ye?

AKP û Erdogan ji bo desthilatdariya xwe mayînde bikin, çekên giran distînin. Herî dawî ji Rûsyayê S-400’an standin û parçeyên pergala S-400’an niha li Enqereyê tê bicihkirin. Heya niha 8 balafiran parçeyên pergala S-400’an anîn lê dibêjin ku heya meha nîsanê dê ev anîna parçeyên pergalê bidomin.

Li ser vê geşedanê alîgirên AKP’ê wekî ku welat rizgar kiribin di nav şahî û şanaziyê de ne. Dibêjin em ji bin desthilatdariya Amerîkayê rizgar bûn. Dibêjin em wekî welatekî serbixwe biryarên xwe didin û kî çi dibêje em lê nanihêrin. Dibêjin ku me gefxwarinên Amerîka û dinyayê vala derxist. Dibêjin ku em ê bi vê pergalê Tirkiyeyê biparêzin.

Gelo rastî çi ye? Ka werin em ji serî de li mijarê û têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê binihêrin. AKP di şerê Sûriyeyê de di 24’ê cotmeha 2015’an de balafira şer a Rûsyayê xist. Pîlotên rûs ketin destên komên çete û hatin kuştin. Li ser vê yekê Tirkiye rastî ambargoya Rûsyayê hat. Tirkiye ewil gef li Rûsyayê xwar û piştre jî ji Rûsyayê lêborîn xwest. Ji wê demê vir ve werîsê Tirkiyeyê ketiye destê Rûsyayê.

Tirkiye ewil ji qada Sûriyeyê hate qewirandin. Komên ku bi piştgiriya Tirkiyeyê li Sûriyeyê hebûna xwe didomandin gav bi gav hatin tasfiyekirin. Rûsya li hemberî daxistina balafira şer ewil Helebê ji komên alîgirên Tirkiyeyê stand. Tirkiyeyê gav bi gav komên çekdar firotin. Niha hemû bi hevkariya Tirkiyeyê ya bi Rûsyayê li Idlibê hatine komkirin û dê ew jî bên îmhakirin an jî tasfiyekirin.

Werîsê Tirkiyeyê di warê aborî de jî êdî di destê Rûsyayê de ye. Tirkiye di nav vê demê de bi Rûsyayê re li ser projeya Turk Akimê peyam çêkir. Maliyeta vê projeyê 12.5 milyar dolar e. Peymana santrala nukleerê ya Akkuyuyê mor kir û maliyeta wê ji bo Tirkiyeyê 114 milyar TL ye. Maliyeta S-400’an ji bo Tirkiyeyê 2,5 milyar dolar e. Yanî nêzikê 12 milyar TL’ye.

Di vî warî de dema mirov dinihêre, Tirkiye hem di warê siyasî û hem jî di warê aborî de heya qirikê êdî bi Rûsyayê ve hatiye girêdan. Yanî Tirkiye ji kampeke emperyalîst derketiye û ketiye kampeke din. Ev jî serkeftin nîn e têkçûn e. Ji ber ku êdî Tirkiye ji bo NATO’yê şirîkekî ku pê bawerî nabe ye. Her wiha dê Tirkiye rojên pêşiya me bikeve ber bayê êrîşên endamên NATO û Amerîkayê. DYA niha amadekarî dike ku li hemberî Tirkiyeyê ambargoyê bide destpêkirin. Ji xwe YE’yê dest bi ambargoya kir ji ber helwdana Tirkiyeyê ya Behre Spî.

Serkeftina ku AKP behs dike ev yek e. Niha dixwazin ku ser vê yekê bi êrîşên li hemberî kurdan veşêrin. Dixwazin ku Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn biavêjin agir. Sedem çi ye. Sedem desthilatdariya AKP û Erdogan e. Yanî Tirkiye di bin bayê Erdogan û AKP’ê de bi ber bayê feraseta yekane dişewite.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar