Ev 22 sal in rêveberiya welatê tirkiyeyê bi rêbaza saltanata qesrê ji aliyê Erdogan û Akp ê ve tê meşandin.
Di dîrokê de piştî ku Pergala Komaran ji aliyê gelan ve qebûl dîtiye, qesrên ku sultanan wek navenda saltanatan bikar anîne jî di nava demê de kêm bûne.
Ji ber vê sedemê ye ku di navbera rêveberiya pergala qesran û komaran de ji aliyê maf û azadiyên gel û civakan ve asîmetriyek, ango ferqek, cudahiyek balkêş, beloq û berbiçav heye.
Di qesran de key û sultan saltanatan dijîn û didin jiyandin, hemû çavkaniyên aborî, keda gel û civakê ji bo kêf û zewqa sultanan, li gorî berjewendiyên malbatên wan tên bikaranîn.
Di pergala rêveberiya komaran de jî pêwiste hemû çavkanî û hilberîn, sererd û binerdên wî welatî ji bo xizmeta gel û civakê bên bikaranîn.
Ferq û cudahiya navbera rêveberiya qesrên sultanan û rêveberiya pergala Komaran ev e.
Ji ber ku qesr nîşaneya xanedaniyê, Komar jî nîşaneya temsîla gel in û gelan temsîl dikin, dema li welatekî hêjmara qesran zêde dibe, wê demê pergala demokratîk a ku gel û civak siberoja xwe tê de dibînin, bi xetereyê re rû bi rû dimîne, komar bêbandor û bêwate dibe.
Gava em bala xwe didin 22 salên borî yên tirkiyeyê ku Akp û Erdogan desthilat in, xebat û xizmetên ji bo gel hatine jibîrkirin, her bajar û her derê welat bûye şantiyeya avahiyên qesran.
Niha li tirkiyeyê, di serî de Kuliyeya ku bi hezar û yek odeyên xwe navdar e,, qesra Dolmabahçe, qesra Beylerbeyî, qesraYıldız, Koşka Wahdettîn, Koşka Hûber, Koşka Florya, qesra Aynalı Kavak, qesra Beykoz, qesra Çankaya, qesra sipî û ji bilî van qesr û koşkan jî, li Marmarîsê qesra ji bo Erdogan havînê lê derbas bike, li Exlatê qesra ji bo ku di demsala zivistanê bikar bîne.Her wiha xebatên avahiyên qesrên li Wan û Qibrisê jî berdewam in.
Tevahiya van qesran di xizmeta Erdoganê ku di destpêka desthilata Akp ê de gustîlka destê xwe nîşanê gel dida û digot ” heke we rojekê ji bilî vê gustîlkê hebûna mal û milke min dît, zanibin ku min dizî kiriye”
De ka em binêrin û bipirsin. Heke dizî nehatiyê kirin û malê gel nehatiye talankirin “Yat, Qat, Şîrket û Keştiyên ku Bilal Erdogon bazirganiya navdewletî dike ji kuderê hatin?
Di hemû pêkanînên Erdoğan û Akp ê de bi zelalî xuyaye ku ev desthilata 22 salan hêz, qudret, mezinatî û hebûna xwe di avakirina qesran de dibîne û hemû çavkaniyên aborî yên civakê ji şer, talan, tunekirin û rûxandina nirxên civakê re xerc kiriye û hîn jî dike.
Hêza dewletê li gorî berjewendî û desthilata xwe û li hemberî alî û derdorên muxalif bikar tîne.
Niha li meclisa tirkiyeyê pergala parlementeriyê hatiye betalkirin û Tirkiye ji aliyê yek mirovek ve tê birêvebirin, her tişt girêdayê gotina nava du lêvên mirovek e.
Li tirkiyeyê xizanî, birçîtî, bêrêtî gihîştiye asta herî jor, Qeyrana Aborî dest pê kiriye, vîna gel hatiye desteserkirin, şaredariyên gel ji aliyê Kayum û çeteyan ve tên talankirin, destdirêjiya jin û zarokan ji sedî hezar û pênçsed zêde bûye, maf û azadî her roj tên binpêkirin, di hemû pêvajoya desthilata Akp ê-Erdogan de bi sedan kes ji ber ku bi kurdî axivîne rastî êrîşan hatine.
Edî li bajarên tirkiyeyê lînç û kuştina bi sedema axaftin an jî stranek kurdî bûne wek bûyerên asayî yên rojane.
Heq û hukuk nemaye, bi dehhezaran kesên muxalif ji ber fikir û ramanên xwe yên cûda û siyasî di Zindanan de ne.
Ji bo ku dawî li van pêkanînên dijmirovahî û li hemberî demokrasiyê were, pêwiste encamên wek 28 ê Gulana 2023 yan, ku ji bo gel û civakê ji hilbijartinekê wêdetir, destpêkeke nuh û diyarkirina çarenûsa gelan bû, neyên dubarekirin.
Hemû derfetên dewletê hatin bikaranîn, bi dek û dolaban, fen û fûtan Erdoğan dîsa desthilatiyê bidest xist.
Jixwe di bername û peymana hilbijartinê ya Erdogan, Akp ê û hevkarên wan de jî diyar bû ku dixwazin sedsalake din bi civakê, gelên aştîxwaz, azadîxwaz û hêzên demokratîk bidin wendakirin.
Di sedsala 20 an de sererd û binerdên welat hatin talankirin, pêşkêşî alîgir û hevkarên berjewendîparêz ên desthilatê hatin kirin, çand, ziman, nasname û hebûna gelên ku li gorî desthilatê tevnegeriyan hatin înkarkirin û tune hatin hesibandin.
Di pêşengiya desthilata Akp-Erdogan de çaryeka destpêkê ya sedsala 21 emîn jî wek berdewamiya sedsala 20 an bi feraseta yekparêz û binpêkirina heq, huqûq, maf û azadiyên bingehîn ên civakê derbas bû û heke polîtîkayên pêşbîn û muxalafeteke bi bandor neyê meşandin, dê pênc salên din ên desthilata Akp ê ji bo sedsaleke din a mîsogerî û tekûzkirina red û înkarê wek derfetekê were bikaranîn.
Ji bo kurtkirina temenê vê desthilata nebixêr, pêdivî û pêwistî bi yekîtiya muxalefeteke hevgirtî ya li ser bingeha Peyman û pîvanên aştî, azadî û demokrasiyê heye.
Xistina meriyetê ya van pîvan û peymanên li ser bingeha civakeke demokratîk û jiyaneke azad, wekhev û bi rûmet jî, bi meşandina siyaseteke rasteqîn û polîtîkayên pêşbîn ên siberojê pêkan e.