Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Şerker: Tenê nasnameyek ciwanên Apoyî heye ew jî çalakî ye

Endamê Komîteya Ciwanan a PKK'ê Ozgur Şerker diyar kir ku tenê nasnameyek ciwanên Apoyî heye, ew jî çalakî ye û wiha axıvi: “Yekane rêya li dijî dewleta tirk a faşîst têkoşîn e, ew jî çalakî ye. Li hemberî faşîzmê rêbazeke din nîne. Em tenê qala çalakiyên li kolanan nakin, perwerde jî çalakiyeke, rêxistinî jî çalakiyeke, ev hemû xizmetê ji çalakiyên hîn mezintir re dikin.”

Endamê Komîteya Ciwanan a PKK’ê Ozgur Şerker li ser rewşa ciwanên Kurdistanê ji Stêrk TV re axivî Şerker anî ziman ku dewleta tirk teknolojiyê bi rengekî zirav bi kar tîne, ji bo civakê ji pirsgirêkên civakî dûr bixîne, ji bo weke robotekî lê bike û tehmê ji tiştekî wernegire tekonolojiyê bi kar tîne û wiha axivî: “Divê ciwanên ku teknîkê bi kar tîne ji xwe re vê pirsê bike; gelo ev teknîk bi kêrî çi tê, ez wê bi kar tînim, an ew min bi kar tîne. Eger tenê ji bo aliyên xwe yên kêrhatî hatibûya bikaranîn cîhan nediket vê halî. Lê belê krîzên li cîhanê ji aliyê her kesî ve tê dîtin. Ciwanekî 20-25 salî ji gelek aliyan ve nezan e, eger hûn bihêle dibe ku bi tena serê xwe nikaribe bijî. Eger vê teknîkê ciwan xistibe vî halî divê ciwan vê yekê ji xwe bipirsin; ev teknîk min çiqasî azad dike, ez çiqasî azad dibim, divê li ser min serwer nebe, divê ez nebim koleyê van amûran. Bi rastî jî eger ez ê azad bim divê bi xwe biryarê bidim bê çi bi kar bînim, divê destûrê nedim ku ev amûr min bi rê ve bibe.”

Ozgur Şerker bal kişand ser polîtîkayên taybet ên dewleta tirk a mêtinger qirker ên li ser ciwanên li Kurdistanê û wiha domand: “Dewleta tirk li dijî jin, ciwan, gelê kurd, gelên Tirkiyeyê timî polîtîkayên şerê taybet dimeşîne. Dewletat tirk ji avabûnê û vir ve bi vî rengî ye, Rêber Apo ev rastî bi kûrahî nîşan da, teşhîr kir. Dijmin van polîtîkayan herî zêde li ser ciwanên Kurdistanê bi kar tîne. Qaşo bi rêya spor, çand û mîhrîcanan vê dike. Sîstema kapîtalîst jî vê dike, êrîşa herî giran jî li qada çandê dike. Kurdekî azad ti carî weke Kurdekî noker nabe, ti carî xwedî heman çandê nabe. Fikrê faşîzm û sosyalîzmê ti carî nabe yek. Ji ber vê yekê nêzîkatiyên dewletan pêkanîna asîmîlasyonê ye, rizandina civakê ye.”

Di dewama axaftina xwe de Şerker anî ziman ku têkoşîna ciwanên li bakurê Kurdistanê rehê esasî yê şoreşa wan e û wiha pêde çû: “Bayê têkoşîna li Bakur di nava têkoşîna me de vediguhere bahozê. Bandoreke xwe ya bi vî rengî heye, ji ber ku koka têkoşîna me li wê derê ye. Ciwanên li Bakur divê xwe tenê weke ciwanên Bakur nebînin. Divê xwe weke ciwanên çar parçeyên Kurdistanê bibînin û bi vê berpirsyariyê têbikoşin. Serhildana li hilbijartinên li Bakur, li Wanê û bajarên din ên Kurdistanê rêbazeke nû ya serhildanê bû. Jin û ciwanên Kurdistanê pêşengî ji vê yekê re kirin. Ev yek ne tenê têkildarî hilbijartinê ye, çend sal in berxwedanek li Kurdistanê heye. Dayikên me bi salan e li gel şert û mercan, li gel bêderfetiyan bi hêza xwe li ber xwe didin. Li zindanan berxwedan heye, gerîlayên Kurdistanê 24 saetan bêeman li ber xwe didin. Têkoşîn di encama vê danheviyê de pêk hat.

Bêguman berxwedan ne di asta tê xwestin de ye, lê belê careke din diyar bû ku dema bê xwestin dikare bigihêje wê astê. Wan, Şirnex, Colemêrg, Gever nîşaneya vê yekê ye. Lê belê dema ku mirov bala xwe didin ser êrîşên dijmin, ciwanên li Bakur di rewşeke cihê rexneyê de ne. Ji ber ku yekane rêya li dijî dewleta tirk a faşîst têkoşîn e, ew jî çalakî ye. Li hemberî faşîzmê rêbazeke din nîne. Em tenê qala çalakiyên li kolanan nakin, perwerde jî çalakiyeke, rêxistinî jî çalakiyeke, ev hemû xizmetê ji çalakiyên hîn mezintir re dikin. Tenê nasnameyek ciwanên Apoyî heye, ew jî çalakî ye. Lê belê em nikarin bibêjin ku her tişt çalakî ye. Ajotina bîsîkletê çalakî nîne, meşa 5-10 kesan çalakî nîne, lidarxistina tûrnûvayê çalakî nîne. Ev dibe ku kar bin, kes tiştekî ji vê re nabêje lê belê çalakî nîne. Divê ciwanên Bakur lêkolîn bikin, bê ciwanan dema derbasbûyî çalakiyên çawa dikirin. Mîna niha wê demê jî faşîzm hebû. Yên ku ji xwe re dibêjin ciwanên Apoyî ne divê rêbazên ciwanên Bakur û Tirkiyeyê di ber çavan re derbas bikin. Li Wanê aşkere bû ku hêza xwe heye, li Şirnexê gelê me dev û bêvila tecawizkaran şikand. Ev îrade, ev hêz heye.”

Şerker işaret bi girîngiya parastina Şoreşa Rojava kir û got, “Dewleta tirk di çarçoveya planên xwe yên tasfiye û îmhayê de êrişên hovane dibe ser Rojava. Bi rêbazên zexel û zirav êrişî Şoreşa Rojava dike. Dixwaze Şoreşa Rojava bê çand, bê ruh bihêle. Em karên ciwanên li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi baldarî dişopînin. Ji ber ku asta ciwanan çi be asta şoreşê jî ew e.

Lewma divê em Şoreşa Rojava mezin bikin. Divê em bi rêbaza Rêber Apo tevbigerin. Paradîgmaya Rêber Apo herî zêde li Rojava dikare bikeve meriyetê. Ciwanên Rojava divê vê yekê ji xwe re weke wezîfeya bingehîn bibînin. Rêber Apo wezîfeya pêşengiya şoreşê da me û pêşengî jî tê wê wateyê ku xwe ji her tiştî berpirsyar bibîne. Ciwanên Rojava divê ji derve hêviya tiştekî neke, cîhaneke bi vî rengî nîne. Divê em bi hêz û îdeolojiya xwe bawer bin. Bi dîtina min di konferansan de wê vê yekê binirxînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar