Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Serketin bi berxwedana civakî pêkan e

Sema Mazlûm ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê di greva birçîbûnê de ye diyar kir ku têkoşîna wan civakbûnê ferz dike û yekane tişta ku dawî li rewşa heyî bÎne û serkeftinê misoger bike, berxwedana civakî ye

Sema Mazlûm ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê ji 16’ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye roja 25’ê Sibatê nameyek nivîsî û qala biryardariya xwe kir.

Sema Mazlûm bal kişand ser têkoşîna gelê kurd û wiha got: “Kes nikare bêje ku gelê kurd fedakar nîne. Ger welê bûya, Leyla Guven, Ûgûr Şakar û hevrêyên mîna wan wê berxwedan, îradeyeke bi vî rengî karîbûna nîşan bida? Kes nikare bêje ku kadro û mîlîtanên vê tevgerê fedayî nîne, bi azadiya gel û bindestan re dilsoz nînin. Ger bi wî rengî bûya, ewqas mirovan bedena xwe dikarîbûn bidan ber birçîbûnê? Wê demê, ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi hevgirtinê û birêxistinina hêza xwe heye.”

Bila hemû civak bikeve nav tevgerê

Di nameya xwe de Mazlûm destnîşan kir ku têkoşîn ji her demê bêhtir civakîbûnê ferz dike û wiha dewam kir: “Di serî de malbatên me divê tu mirovekî me nebêje ku berxwedan bêyî wan dê bi ser bikeve. Bila kes nebêje ‘ez ê li mala xwe rûnêm, jixwe mirovên derkevin kolanan, ên biçin ber deriyê zindanan, li ber deriyê meclisê rûnên hene. Bi vî rengî dê çalakî biçe serî? Haya me jê heye ku pêvajo gelekî giran e. ‘Plana Têkbirinê’ ya li ser kurdan hate ferzkirin di meriyetê de ye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bêhn li civakê çikandiye. Di serî de CPT û DMME, sazî û dewletên navneteweyî ji ber tirsa ji alternatîfa jiyana azad a gelan, li gel polîtîkayên wan cih digirin. Ji ber vê yekê 20 sal in dengê xwe li hemberî tecrîdê dernaxînin, tevî ku bi dehan hezar kesî bedena xwe dane ber birçîbûnê û grevên birçîbûnê 100 roj li pey xwe hiştine jî bêdeng in. A ku dawî li vê rewşê bîne û serketinê misoger bike, berxwedana civakî ye.”

‘Em bi biryar in’

Mazlûm di dawiya nameya xwe de ev tişt anî ziman: “Em dixwazin bêjin ku di berxwedana xwe de em bi biryar in û ji daxwaza azadiyê ya gelan, îradeya bindestan, hêza veguherînê ya berxwedana civakî piştrast in. Mirin an jî jiyan di destê me de ye. Silav û hurmetên xwe pêşkêşî hevrêyan û gele me yê berxwedêr dikim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar