Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Newroz Uysal û Mazlûm Dînç ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan herî dawî di 2-22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîbûn.