Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Serlêdana malbata Ocalan hate redkirin

Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana malbata Ocalan û vasiyê wî ya ji bo hevdîtina bi Ocalan re red kir. Her wiha serlêdana malbatên girtiyên din jî hate redkirin

Ji malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan birayê wî Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlum Dînç ji bo hevdîtina bi Ocalan re bi rêya parêzerên xwe duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Serdozgeriyê serlêdana malbatê red kir.

Di heman demê de ji malbatên girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F ya Bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, ji malbata Omer Hayrî Konar birayê wî Alî Konar û ji malbata Veysî Aktaş jî xwişka wî Sabîha Aslan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir. Hat zanîn ku serdozgeriyê serlêdana malbatan bi hinceta ‘cezayê disiplînê’ red kiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku birayê Ocalan, Mehmet Ocalan herî dawî di 12’ê çileyê de bi birayê xwe re hevdîtin kiribû. Di heman demê de parêzerên Ocalan jî di 2’yê gulanê de bi muwekîlê xwe re hevdîtin kiribû.

Berxwedana ji bo rakirina tecrîdê

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven 185 roj in, endamê HDP’ê Nasir Yagiz 172 roj in, li Strasboourg û Gallerê 15 çalakvan 146 roj in, endama Koordînasyona Meclisa Îştarê Fadîle Tok 112 roj in û koma yekemîn a girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî 147 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Ji 1’ê adarê ve jî bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne. Li hêla din 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji 30’ê nîsanê ve di rojiya mirinê de ne. Koma duyemîn a girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku ji 15 girtiyan pêk tê jî di 10’ê gulanê de dest bi rojiya mirinê kirin.

Çalakiyên fedaî

Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan welatiyê bi navê Ugur Şakar li bajarê Krefeld ê Almanyayê di 20’ê sibatê de agir berda bedena xwe û di 22’yê adarê de jî jiyana xwe ji dest da. Her wiha girtiyê siyasî Zulkuf Gezen (33) di 17’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa F-2 ya Tekîrdagê, girtiya siyasî Ayten Beçet (24) di 23’yê adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, girtiya siyasî Zehra Saglam (23) di 24’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa T ya Oltu ya Erziromê û girtiya siyasî Medya Çinar (24) jî di 25’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest dan. Girtiya siyasî Yonca Akici di 29’ê adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakiya fedaî pêk anî û di 1’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Girtiyê siyasî Siraç Yuksek di 2’yê nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniyeyê û girtiyê siyasî Mahsum Pamay jî di 5’ê nîsanê de li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman boneyê çalakiya fedaî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar