Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Serlêdana malbatan a ji bo hevdîtina li Îmraliyê hate redkirin

Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana malbata Ocalan û malbatên girtiyên din ên ji bo hevdîtina bi xizmên xwe re red kir

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F ya Bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên girtin, ji bo hevdîtina bi xizmên xwe re duh bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana malbata Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç red kir.

Serdozgerê Komarê yê Bursayê serlêdanên birayê Omer Hayrî Konar, Emîn Konar, birayê Hamili Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetin û keça wê Eylem Çetîn jî red kir. Serdozgeriyê ji bo biryara xwe jî ‘Qanûna ewlekarî û cezayê ya bi jimar 5275’an’ û “Sînordarkirina mafê hikumxaran’ weke hincet nîşan dan.

Girtiyên siyasî Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ku weke sekreteryayê çûn Îmraliyê di 15’ê adara 2015’an de bi malbatên xwe re hevdîtin kirin. Hamîlî Yildirim bi çûna Îmraliyê re di 15’ê tîrmeha 2015’an de bi malbata xwe re hevdîtin kir. Ji wê demê piştre jî girtiyan herî dawî di 5’ê hezîranê û di 12’ê tebaxa 2019’an de bi xizmên xwe re hevdîtin kiribûn. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar