MHP’ê ji bo betalkirina hilbijartinên xwerêveberiyên herêmî serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) dê lê ev daxwaza MHP’ê hat redkirin
Serlêdana namzetê MHP’ê yê şaredariya Îdirê Îsa Yaşar Tezel a ji bo betalkirina hilbijartinên xwerêveberiyên herêmî yên li Îdirê ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bajêr ve hate redkirin
MHP’ê beriya çend rojan li dijî encamên hilbijartinê yên li Îdirê derketibû û îtiraza wan hatibû qebûlkirin. Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê biryar dabû ku dengên li 70 sindoqan ji nû ve bên jimartin.
Di encama jimartinê de li gorî encamên ne fermî namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Îdirê Yaşar Akkûş 22 hezar 268 deng, namzetê MHP’ê Tezel jî 20 hezar 733 deng wergirtibûn. ÎDIR