Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Serlêdana Pêşbirka Arjen Arî dest pê kir

Serlêdana Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî ya 8’emîn dest pê kir

Îsal jî ji bo bîranîna helbestvan Arjen Arî 8’emîn Pêşbirka Helbestan tê lidarxistin. Pêşbirk ji hêla malbata Arjen Arî û Weşanên Sor ve tê lidarxistin. Serlêdanên pêşbirkê dest pê kir. Malbatê û Weşanên Sor ji ber pandemiyê bi metnekê destpêkirina pêşbirkê belav kirin.

Şert û mercên beşdarbûna vê pêşbirkê ku dixwaze berhemên wêjeyî yên giranbuha diyarî weşangeriya kurdî bike û wan raberî girseyeke mezin a xwîneran bike wiha ne:

* Xelat dê bo berhemên bi zaravayê kurmancî hatî nivîsandin bê dayîn.

* Weke xelata pêşbirkê berhema ku bi ser bikeve dê ji hêla Weşanên Sor ve bê çapkirin.

* Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor dê bi hev re kesekî/ê ku ji bo parastin û pêşvebirina ziman û edebiyata kurdî kar û xebat kiriye hilbijêrin û “xelata giramgiriyê/xelata rûmetê” bidinê

* Her kesê ku heta niha berhemeke wî/wê ya helbestê nehatibe çapkirin dikare serî lê bide.

* Berhemên ku ji hêla saziyek ve hatibin xelatkirin an di pêşbirkekê de xelat wergirtibin nikarin beşdarî pêşbirkê bibin.

* Berhemên ku beşdarî pêşbirkê bibin divê bi alfabeya latînî hatibin nivîsandin.

* Mafê lijneyê heye ku di dema çapkirinê de li ser berhema ku xelat wergirtiye guhertinan bike.

* Heke jurî tu dosyeyê hêjayî xelatê nebîne dikare xelat nede.

* Dosyeyên ku ji bo pêşbirkê bêne rêkirin divê di qabareya(hacm) pirtûkê de, 64 rûpel (4 form) bin.

* Dosye divê di formata A4 de, 5(pênc) nusxe bêne şandin.

* Divê dosyaya ku bi kompîturê hatibe dîzaynkirin û li USByek were barkirin û ev USB di nav dosyeya serlêdanê de cî bigire.

* Dosyeyên ku bi kompîturê nehatibin dîzaynkirin û tê de USB tunebin nayên nirxandin.

* Divê li ser dosyeyê yan li ser USByê nav, nîşan, mexlas hwd. ku xwediyê berhemê bide nasîn tunebe.

* Helbestvanên ku beşdarî pêşbirkê bibin dê kurtejiyan, navnîşan, telefon û e-maila xwe di nav zerfeke devgirtî de rêbikin.

* Encama pêşbirkê dê di 15’ê gulana 2021’an de, yanê Roja Cejna Zimanê Kurdî bê aşkerakirin û dîrok û cihê merasîma xelatdanê dê paşê bê ragihandin.

Divê dosye bi kargo yan jî bi posteyê, bo vê navnîşanê werin rêkirin:

Pêşbirka helbestê ya Arjen Arî

Yenîşehîr Mah. Alî Emîrî 7. Sokak Karacadag Apt. Kat:1 Daîre:7 Yenîşehîr/Diyarbakir (poste divê li ser navê Buroya Amedê ya Rojnameya Evrenselê be)

* Serlêdanên rû bi rû nayên qebûlkirin.

* Dosyeyên ku bo pêşbirkê bêne rêkirin li xwediyên wan nayêne vegerandin.

* Endamên lijneya pêşbirka helbestê ya Arjen Arî, dê piştî encamê bizanin ka xwediyê berhemên ku dengê xwe dane wan kî ne.

* Di 1’ê nîsana 2021’an de serlêdan bi dawî dibin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar