Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Serlêdanên ji bo Xelatên Şehîdên Çapameniyê yê Mûsa Anter didomin

Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter (Apê Mûsa) û Şehîdên Çapemeniya Azad ku ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşamê wê îsal ya 31’emîn bê lidarxistin, didome. Pêşbazî wê di warê nûçeyên tirkî, nûçeyên bi dîmen, nûçeyên kurdî, wême, karîkatur û nûçegihaniya jinê bê lidarxistin. Ji bo serlêdanan roja dawî 10’ê îlonê ye. Kesên layiqî xelatan bên dîtin, wê di 18’ê îlonê de bên aşkerekirin. Xelat jî wê di 22’yê îlona 2024’an de bi merasîmekê bên dayîn.

Edîtorê rojnameya Yenî Yaşamê Ahmet Guneş têkildarî girîngiya pêşbaziyê û serlêdanan axivî.

Guneş bibîr xist ku gelek rojnamevanên di bin banê Çapemeniya Azad de xebitîne di dema karê xwe de ji ber hedefnîşandana dewletê hatine qetilkirin û got ku yek ji van jî Mûsa Anter bûye. Guneş bilêv kir ku ji ber ku Anter hem nivîskarê rojnameyê bûye hem jî rewşenbîr bûye navê wî li pêşbaziyê hatiye kirin. Guneş got ku ji ber vê Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Axzad girîng in.

Guneş diyar kir ku zextên li ser Çapemeniya Azad ji salên 90’î heya niha didomin û got ku Rojnameya Yenî Yaşamê li girtîgehan hatiye qedexekirin. Guneş got: “Rojnameya Yenî Yaşamê bi awayekî der hiqûqî li radetsî girtiyan nayê kirin. Lê belê girseyeke me ya zêde li girtîgehan heye. Ji girtîgehan jî serî li rojnameya me hatiye dayîn. Lewma em dixwazin mabatên girtiyên siyasî haya girtiyan pê bixin ku pêşbazî heye. Ji lew re ew jî her sal xebatên xwe dişînin.”

Guneş bibîr xist ku serlêdan didomin û got: “Çapemeniya Azad her tim nirxên xwe parastiye û mîrateya kesên di vê rêyê de bedêl dane parastye û hatiye roja îro. Hem mîzaha Mûsa Anter hem jî fikrên wî û awayê wî yê berxwedanê ji bo em girîng e. Lewma gava em van xelatan di şexsê wî de didin, di heman demê de ev kes hevalên me ne ku di salên 90’î de şehîd bûne. Ev xelat ji bo hevalên em yên li sirgûnê û ji bo hevalên me yên di girtîgehan de jî girîng e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar