Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Serlêdanên pêşbirka rojnamegeriyê dest pê kir

Serlêdanên ji bo 28’emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad a Mûsa Anter dest pê kirin

Navenda Nûçeyan |

Îsal jî 28’emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad a Mûsa Anter tê lidarxistin. Serlêdanên ji bo pêşbirkê dest pê kirin. Pêşbirk ango xelat di beşên “Nûçeyên Kurdî”, “Nûçeyên Tirkî”, “Wêne (wêneyên nûçeyan)”, “Karîkatûr” û “Nûçeyên Jinan” were lidarxistin. Endamên pêşbirkê dê di 18’ê îlonê de bên aşkerakirin.

Pêşbirk îsal jî ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşamê ve tê lidarxistin. Zimanê pêşbirkê kurmancî û tirkî ye û ji 5 beşan pêk tê. Beşa “Nûçeyên Jinan” ji bo bîranîna rojnamevan Gurbetellî Ersoz tê lidarxistin.

Her beşdar dikare bi beşekê û bi berhemek beşdarî pêşbirkê bibe. Pêşbirk di her beşê de ji aliyê endamên jûriyê ve tê nirxandin.

Beşdarek herî dawî dikare di 10’ê îlona 2021’an de serî li pêşbirkê bide û aşkerakirina xelatan jî di 18’ê îlonê de ye.

Divê beşdar berhema xwe bi rêya PTT ango kargoyê bişîne û her wiha dikare rasterast bi dest jî radestî rojnameyê bike. Berhemên ku ji ber posta û kargoyê negihîje cihê xwe xwediyê berhem berpirsiyar e.

Şertên beşdariya pêşbaziyê wiha ne:

“* Li gorî şertên ku di şertnameya teknîkê ya pêşbirkê de hatine diyarkirin, her kesê xwedî berhem dikare beşdar bibe.

* Endamên jûriyê û xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê nikarin beşdarî pêşbirkê bibin.

* Divê berhemên bişînin pêşbirkê berê nehatibûn weşandin û piştî 10’ê îloana 2020’an hatibin weşandin.

* Beşdar dikare bi berhemek xwe ku heta niha beşdarî tu pêşbirkan nebûbû beşdarî vê pêşbirkê bibe.

* Heke derkeve holê ku berhemek berê hatiye weşandin û ne aydê beşdar e wê derbarê wî/wê de karûbarê binpêkirina rêgez were sepandin û xelata bigire jî dê were betalkirin. Heke xelat wergirtibe jî divê were îadekirin.

* Her beşdarê ku berhem bişîne pêşbirkê divê şertan qebûl bike û beşdarên li gorî şertan tevnegerin dê derveyî pêşbirkê werin hiştin.

* Heke berhem hatibe weşandin, navê berhem, cihê ku lê girtiye û xêz kiriye û dema wê, heke hatibe weşandin jî divê navê wê rojnme, kovar, ajans, malpera înternetê, TV were nivîsandin û divê agahiyên weşandinê û kopyeyek weşanê di dosyeya beşdar de hebe.

* Lazime beşdar kurtejiyana xwe, navnîşana xwe û agahiyên derbarê berhem de binivisîne û wêneyek xwe bixe nava dosyeya beşdariyê.

Jûrî

Jûriyên beşên pêşbirkê wiha ne:

* Jûriyên Nûçeyên Kurdî: Mehmet Alî Ertaş, Suna Tunç, Bêrîtan Zagros, Ramazan Olçen, Omer Tur

* Jûriyên Nûçeyên Tirkî: Tugrul Eryilmaz, Candan Yildiz, Fatîh Polat, Farûk Eren, Îbrahîm Varli, Huseyîn Aykol

* Jûriyên Nûçeyên Jinan: Nevîn Cerav, Gulşen Koçûk, Bîrcan Degîrmencî, Ceren Sozerî, Elîf Akgul

* Jûriyên Wêneyan: Çetîn Altun, Ramazan Ozturk, Ozcan Yaman, Alî Dagli, Refîk Tekîn

* Jûriyên Karîkatûran: Îmam Cîcî, Sefer Selvî, Ender Ozkahraman, Asli Alpar

Şertnameya teknîkî

* Beşdar dikarin bi nûçeyên mijarên wek polîtîka, aborî, ekoloji, perwerdehî, tenduristî, civak-jiyan, çand-huner û werzîş beşdarî pêşbirkê bibin. Divê nûçe bi awayê 5 rûpel werin şandin.

* Divê beşdarê ku bi wêne tevlî pêşbirkê dibe li pişta wêne li kuncikê çepê yê xwarê navê berhem û navê xwe bi etîketek were nivîsandin. Divê cih, dîrok û navê nûçeyê were diyarkirin. Wêneyê were şandin lazime 2000 pîksel be, di formata JPG de be û qalîteya wê 300 DPÎ be û bi awayê qalîteya 12 were pêşkêşkirin.

* Heke desteya hilbijêr bixwaze dikare wêneyê resen jî daxwaz bike.

* Heke li ser wêne hatibe leyîstin û rastiya wî guherandibe (eyarên ronî, reng, kontrast ne têde) dê ew wêne neyê nirxandin.

* Karîkatûrên were şandin divê navê beşdar û navê berhemê hebe. Divê berhem resen be.

Karîkatûr divê bi mezinahiya herî kêm A4 (21 cm × 29,7 cm) en fazla A3 (29,7 cm x 42 cm) be û li ser tu zemînê neyê zeliqandin.

Navnîşan:

Web: yeniyasamgazetesi1.com, e-posta: [email protected]

Telefon: 0 212 252 83 99 Fax: 0 212 252 83 90

Şehit Muhtar Mahallesi Bekar Sokak No: 7/3 Beyoğlu/İstanbul”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar