Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Serlêdanên Xelatên Apê Mûsa wê heta 10’ê îlonê bidomin

Serlêdanên ji bo 31’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Apê Mûsa û Şehîdên Çapemeniya Azad ku ji hêla rojnameya Yenî Yaşamê ve tê lidarxistin, dê heta 10’ê îlonê bidomin.

Serlêdanên ji bo 31’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Apê Mûsa û Şehîdên Çapemeniya Azad berdewam in. Serlêdan dê heta 10’ê îlonê berdewam bikin. Berhemên hêjayî xelatê hatine dîtin jî dê di 18’ê îlonê de bên ragihandin. Xelat, dê di 22’yê îlonê de li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a li Şîşliyê bi torenekê bên dayîn.

Pêşbirk ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve tê birêvebirin. Ji bo pêşbirkê serlêdanan dest pê kir. Pêşbirk ji beşên wek “Nûçeyên Tirkî”, “Nûçeyên bi Dîmen” , “Nûçeyên Kurdî”, “Wêne (Wêneyê Nûçeyê)”, “Karîkatur” û “Nûçegihaniya Jinan” a ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz jî di nav de ji şeş beşan pêk tê.

Her beşdar dikare berhemek ango wêneyek, nûçeyek û karîkaturek beşdarî pêşbirkê bibe. Ew berhemên bên şandin dê li xwediyê wan neyê vegerandin û di rojnameyê de dikaribe bê weşandin. Serlêdana bo pêşbirkê ya dawî 10’ê îlonê ye û dê di 18’ê îlonê de jî serkeftiyên pêşbirkê bên aşkerekirin. Xelat dê bi merasîmeke ku di dîroka rojname aşkere bike de bidin xwediyên wan.

Li gorî şertên şertnameya teknîkî ya pêşbirkê hatiye diyarkirin, her kesên van şertan pêk bînin dikarin tev li pêşbirkê bibin. Tenê endamên desteya hilbijêr (sala ku jurî ye) û xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê nikarin beşdarî pêşbirkê bibin. Divê berhem berê nehatibe weşandin yanî bi beşdar bi berhemê beşdarî pêşbirkek nebibe û divê piştî 10’ê îlona 2023’yan hatibe weşandin. Beşdar dikare bi nûçe, wêne û karîkaturek ku berê beşdarî pêşbirkeke din bibe û xelas nestandibe tev li vê pêşbirkê bibe. Heke ku berhemek wiha derkeve dê derbarê beşdar de kar û barê binpêkirinê were sepandin. Xelata ku werbigire dê were betalkirin. Heke beşdar xelat wergirtibe, divê li desteya pêşbirkê vegerîne. Heke beşdarek berhemek ku bişîne û berhem ne aydî wê/wî be û mudaxileyek û xapandinek li ber endamên jurî bike dê derbarê beşdar de kar û barê binpêkirinê bê sepandin.

Her beşdarên ku berhem bişîne pêşbirkê divê her şertên di şertnameyê de qebûl bike. Heke beşdarên ku li gorî van şertan tevnegerin dê li derveyî pêşbirkê bê hiştin. Heke berhem nehatibe weşandin navê berhem, cihê lê girtiye ango cihê lê xêz kiriye û dîroka wê binivisîne, heke berhem hatibe weşandin divê navê wê rojname, kovar, ajans, malpera înternetê, TV û agahiyên dîroka weşandinê û kopyek weşandinê di dosyeyê de cih bigire.

Beşdarvan divê raborî (biyografî), navnîşana xwe (telefon) û nivîsa agahiyên derbarê berhemê de û wêneyekî xwe li dosyeya serlêdanê zêde bikin.

Beşdar dikarin bi berhemên xwe yên di kategoriyên wek polîtîka, ekonomî, ekolojî, perwerde, tenduristî, civak-jiyan, çand-huner û sporê de beşdarî pêşbirkê bibin. Divê di van kategoriyan de nirxê nûçeyê hebe û wisa beşdarî bikin. Heke nûçeya ku wê bişîne pêşbirkê di medya nivîskî de hatibe weşandin divê di formata PDF de bişîne, heke di medya înternetê de hatibe weşandin divê di formata Word de bişînin navnîşana e-mailê ya li jê rê hatiye nivîsandin. Berhemê di medya înternetê de hatibe weşandin divê lînka wê jî were şandin.

Di quncika çepê ya jêrîn a aliyên piştê yên xebatên pêşkêşî pêşbirkê hatine kirin de wê nav û paşnavê xwediyê berhemê û navê xebatê bi etîketekê bê nivîsandin. Dema kişandina wêneyî, divê bi cih û navê nûçeyê bê diyarkirin. Di beşa wênekêşiyê de divê rehendê berheman, aliyê kurt herî kêm 2000 pîksel, di formata JPG’ê de di 300DPİ mp û di kalîteya tengkirina 12’yan de bê pêşkeşkirin. Heke desteya hilbijêr pêwîst bibîne dikare daxwaza wêneyê orjînal (Raw) bike. Wêneyên ku li ser hatine leyîstin û bi awayekî ku rastiya wî hatibe guhertin (ji bilî ronahî, reng, eyarên kontrastê) dê neyên nirxandin. Wêne di formata JPG’ê de dikarin ji navnîşana e maîla li jêr hatiye diyarkirin re bên şandin. Divê wêne ‘wêneyên nûçeyan’ bin.

Navên berhemên ji pêşbirkê re hatine şandin, wê li quncika çepê ya jêrîn a li pişt berhemê bi etîketekê bên nivîsandin. Xêzkar di teknîka ku bi kar tîne de serbest e. Lê divê berhem orjînal bin. Berhemên çapkirî yên dîjîtal, bi şertê ku bi îmzeya hunermend (îmzeya şil) bin tên qebûlkirin. Pîvanên karîkaturê divê herî kêm A4 (21 cm × 29,7 cm) û herî zêde A3 (29,7 cm x 42 cm) be û divê bi tu zemînan ve neyê kirin. Karîkatur dikarin bi formata JPG ji navnîşana e-mailê ya li jêrê hatiye diyarkirin re bên şandin.

Juriya Nûçeyên Tirkî û Nûçeyên bi Dîmen: Farûk Bîldîrîcî, Alî Dûran Topûz, Banû Guven, Candan Yildiz, Nezahan Dogan, Mehmet Alî Çelebî.

Juriya Nûçeyên Kurdî: Ramazan Olçen, Nergîz Îsmaîl, Bişar Durgut, Hatîce Kamer, Munevver Karademîr.

Juriya Nûçegihaniya Jinan: Arjîn Dîlek Oncel, Bîrcan Degîrmencî, Derya Ceylan, Elîf Ekîn Saltik, Gulfem Karataş.

Juriya Wêneyan: Ramazan Ozturk, Bêrîtan Canozer, Salîh Yeşîl, Ozcan Yaman, Mûrat Baykara.

Juriya Karîkaturan: Kemal Gokhan Gurses, Ronî Batte, Erceren

Navnîşana ku berhem jê re bên şandin:

“e-posta: mailto:[email protected]

Telefon: 0 212 252 83 99 Fax: 0 212 252 83 90

Navnîşan: Taxa Şehîd Muxtar Kolana Bekar No: 7/3 Beyoglû/Stenbol

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar