PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Pazar - 24 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad dest pê kirin

Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad dest pê kirin. Pêşbirka ku ji beşên ‘Nûçeyên kurdî’, ‘Nûçeyên tirkî’, ‘Wêne (Wêneyên nûçeyan)’, ‘Karîkatur’ û ‘Nûçeyên jinê’ pêk tê dê ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve bê organîzekirin

Ji bo bîranîna nivîskar û rewşenbirê kurd Mûsa Anter û xebatkarên çapemeniyê yên li ser kar jiyana xwe ji dest dan, ji sala 1993’yan heta niha her sal ‘Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad’ tên li dar xistin. Îsal jî pêşbirka rojnamegeriyê bi zimanê kurdî û tirkî dest pê kir. Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad ku dê îsal cara 27’emîn bê lidarxistin, dest pê kirin. Pêşbirka ku par ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve hatibû li dar xistin, îsal dîsa ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve tê organîzekirin. Serlêdan heta 10’ê îlona 2019’an jî dikarin bên kirin. Pêşbirk ji beşên ‘Nûçeyên kurdî’, ‘Nûçeyên tirkî’, ‘Wêne (Wêneyên nûçeyan)’, ‘Karîkatur’ û ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz ‘Nûçegihantiya jinê’ pêk tê. Encama pêşbirkê dê di 18’ê îlona 2019’an de bên aşkerakirin.

Diyariya xelatan ji bo her beşê 5.000 lîre ye. Her beşdar tenê dikarin di beşekê de û tenê bi berhemekê tev li pêşbirkê bibin. Berhemên ku ji bo xelatê bên şandin, dê dîsa paşve neyên şandin. Wê di rojnameyê de bên weşandin. Her beşdar dikarin berhemên xwe bi PTT’ê yan jî bi kargoyê re bişînin. Dikarin bi destan jî teslîm bikin. Berhemên ku bi rêya postayê ango kargoyê negihijin navnîşanê, berpirsiyarî ya xwediyê wê ye.

Şertên tevlêbûna pêşbirkê ku di rojnameya Yenî Yaşamê de hatine weşandin wiha ne:

* Rojnameya Yenî Yaşam îsal ji bo Mûsa Anter û xebatkarên çapemeniya azad ên li ser kar şehîd bûn, pêşbirka ‘Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad’ a her sal tê amadekirin, li dar dixe.

* Zimanê pêşbirkê bi kurdî û tirkî ye.

* Pêşbirk di beşên ‘Nûçeyên kurdî’, ‘Nûçeyên tirkî’, ‘Nûçegihantiya jinê ya Gurbetellî Ersoz’, ‘Wêneyê nûçeyan” û ‘Karîkatur’ de tê lidarxistin.

* Di her kategoriyê de tenê xelatek tê dayîn. Kesê dibe yekem xelatê digire. Ku jurî guncav bibîne dikare xebatên serkeftî bi rûmetdariyê binirxîne.

* Beşdar tenê dikare di kategoriyekê de û bi berhemekî beşdar bibe.

* Ji bo her beşê xelata berhemê 5.000 lîre ye.

* Nirxandinên têkildarî kategoriyan li gel xebatên rasterast ji pêşbirkê re hatine şandin, dê pêşniyarên lijneyên pêşnimandinê jî li ber çavan bên girtin û wisa bên kirin.

* Berhemên hatine şandin paşve nayên dayîn û dê karibin di rojnameyê de bên şewandin.

* Divê berhem herî dereng di 10’ê îlona 2019’an de bên şandin. Berhemên ku hêjayî xelatê bên dîtin, dê di 18’ê îlona 2019’an de bên aşkerakirin.

* Pêwiste ku berhem bi rêya PTT, APS, kargo yan jî bi awayekî taahûdî bêne şandin. Ji bilî van rêyan, ger ku beşdar bi rêyeke cuda berheman xwe bişîne û berhem winda bibe, berpirsyarê vê yekê beşdar bi xwe ye.

Şertên tevlêbûnê

* Hemû kesên şert û mercên ku şertên tevlêbûnê bi cih anîn, dikarin tev li pêşbirkê bibin.

* Endamên juriyê (sala di lijneya juriyê de bin) û xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê nikarin tev li pêşbirkê bibin. Berhemên ji pêşbirkê re tên şandin divê yan nehatibin weşandin, an jî piştî 10’ê îlona 2017’an hatibin weşandin.

* Beşdar dikarin bi berhemên xwe yên di pêşbirkeke din de xelat û mansiyon negirtine tevli pêşbirkê bibin. Piştî 10’ê îlona 2018’an û şûnde divê hatibin weşandin.

* Ku derkeve holê xelatê berhemê di pêşbirkeke din de mafê xelat, mansiyon û pêşandanê girtiye, dê der barê beşdar de biryara binpêkirina pîvanan bê dayîn û xelat dê bê betalkirin. Ku xelat hatibe girtin, divê beşdar xelatê paşve bide. Ev rewş ji bo beşdarên din tu mafên nû dernaxe holê.

* Ger beşdar berhema ku aydî wî/ê nîne wekî aydî xwe bide nîşandan, hemû hewldanên xapandin û di bin bandorê de hiştina juriyê bên tespîtkirin, dê ji aliyê juriyê der barê beşdar de biryara şertên tevlêbûnê binpêkiriye bê dayîn.

* Bi şandina berhemên xwe re, beşdar şertên pêşbirkê qebûl dike. Kesên ku şertên tevlêbûnê bi cih ne anî, ji pêşbirkê tên derxistin.

* Ku berhem nehatibe weşandin, pêwist e ku navê berhemê, cih û dema kişandin/xêzkirina wê ku hatibe weşandin jî, rojname, kovar, ajans, malpera înternetê, tv’ya ku tê de hatiye weşandin, dema weşandinê û kopyayeke berhemê ya ji van weşanan hatiye girtin, bê şandin.

* Beşdar divê kurtejiyan, navnîşanên ragihandinê û agahiyên der barê berhemê de wekî nivîsek bixin nav dosyayê û bi wêneyekî (1) bixin dosyaya serlêdanê.

Beşên ‘Nûçeyên kurdî’, ‘Nûçeyên tirkî’ û ‘Nûçeyên jinê’:

* Beşdar dikarin di qadên wekî polîtîka, aborî, ekolojî, perwerde, tenduristî, jiyan û civak, çand û huner, spor û hwd tevli pêşbirkê bibin. Pêwîste nûçe wekî 5 (pênc) nûsheyan bê amadekirin û şandin.

Wêne:

* Pêwist e ku bi etîketekê navê berhemê li ser quncikê jêr ê çepê yê berhemê bê nivîsandin.

* Divê berhemên ku di kategoriya wêneyê de tên şandin, ji aliyê ebatî ve wiha bin: Aliyê kin herî kêm 2000 pîksel, dahûraneriya wê 300 dpî û asta şidandina wê12 be.

* Ku jurî pêwîst bibîne, dikare ji beşdaran orjînala (Raw) wêneyê jî bixwaze.

* Wêneyê li ser hatiye lîstin û reseniya wê (ji bilî ronahî, reng û eyarên kontrastê) hatiye xirabkirin dê li ber çavan neyên girtin.

Karîkatûr:

* Pêwîst e ku li ser quncikê çepê yê milê piştê yê karîkatûrê bi etîketekê navê berhemê bê nivîsandin.

* Xêzker di bikaranîna teknîkê de serbest e. Lê divê berhem orjînal be. Bi şertê ku hunermend îmze bike (îmzeya şil) dikare berhemên dijîtal jî bişîne.

*Pêwîst e ku ebadên karîkatûrê A4 (21×29.7cm) herî zêde A3 (29.7x42cm) bibe. Divê berhem li ser tu zemînan nehatibe zeliqandin.

Lijneya hilbijartinê

Nûçeyên kurdî: Sûna Tunç, Ramazan Umar, Semîha Alankûş, Ferîd Demîrel û Mehmet Alî Ertaş.

Nûçeyên tirkî: Tugrul Eryilmaz, Candan Yildiz, Fatîh Polat, Faruk Eren, Îbrahîm Varli û M. Ferhat Çelîk.

Nûçeyên jinê: Nevîn Cerav, Mehveş Evîn, Melîs Alphan, Necla Demîr û Berîtan Elyakut.

Wêne: Mûstafa Seven, Abdurrahman Gok, Ozcan Yaman, Ramazan Ozturk û Nazmî Belge.

Karîkatûr: Dogan Guzel, Gulay Batur, Îmam Cîcî û Sefer Selvî.

Navnîşan

Navnîşana ku beşdar berhemên xwe bişînin wiha ye:

* Web: yeniyasamgazetesi.com e-posta: [email protected]

Telefon: 0 212 252 83 99

Fax: 0 212 252 83 90

Navnîşan: Taxa Şehît Muhtar, Bekar Sokak No: 7/3 Beyoglu/Stenbol

Weşanên ji çanda çapemeniya azad tên, ji sala 1993’yan heta niha Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad didin. Xelat îsal dîsa ji hêla Rojnameya Yenî Yaşamê ve tê dayîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar