Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Şerma hin PDK’yiyan

Hikûmeta Kazimî di şeva cejna remezanê de artêşa xwe şand ser Şengalê. Piştî şerê sê rojan hat ragehandin ku ew ê bi boneyê cejnê, şer were rawestandin. Her weha agahî hat ku di dema rawestandina şer de di navbera rêvebiriya xweser ya Şengalê û rayedarên arteşa Iraqê de hevdîtîn jî destpêkirine. Belê, çareseriyek derneketiye, xeter ji holê ranebûye, lê şer rawestiya ye. Ew ê heta kengî wiha biçe, agahî ne zelal in.

Di van keliyan de ya balkêş helwesta hin siyasetmedarên PDK’yî bûn. Di serî de Hoşyar Zebarî, gelek PDK’yî dijberiya hevdîtînan kirin. Hin hêzên leşkerî ya li ser PDK’yê jî beyan dan û dijî rawestandina şer derketin.

Kesên ku dijberiya rawestandina şer kir, yek jî Viyan Dexîla parlamentera PDK’ê ya Iraqê bû. Viyan Dexîl ji Şengalê hat hilbijartin. Piştî hilbijartinê jî li parlamentoya Iraqê bû seroka fraksiyona PDK’ê. Ango peyvên wî herî kêm fraksiyona PDK jî girê dide.

Hemû beyan dişibiyan hevûdû. Siyasetmedarên PDK’yî bi yek dengî hikûmeta Kazimî rexne dikirin, digotin, “We çima şer daye rawestandin. Diviya bû hûn hemû Şengalê dagir bikin. We çima karê xwe nîvço hişt.”

Belê, gotinên wan kêm zêde ev bûn. Bi gotineke din siyasetmedarên kurd bang li desthilatdarên Kurdistanê dikirin û digotin, “Şengal dagir bikin, otorîta xwe li Şengalê qaîm bikin.”

Hin car ji bo şirovekirina bûyeran peyv diqedin. Ev beyanên siyasetmedarên PDK’yî jî, bûyerek wiha ye. Bi rastî jî peyv diqedin. Kurdek çawa dikare bang li desthilatdarên Kurdistanê bikin û bêjin, werin Kurdistanê dagir bikin? Çi dijminatî peyvek wiha bi kurdek dide gotin? Ya herî girîng jî, helwesta Viyan Dexîl bû. Hemû kurd wê bi axaftina wê ya parlamentoyê Iraqê naskir. Bi kelogirî, bang li cîhanê dikir ku Êzdîxanê ji êrîşên DAÎŞ’ê rizgar bikin. Îro jî bang li Iraqê dike û daxwaz dike ku ew hêzên ku Êzdîxanê ji DAÎŞ’ê rizgar kirine ji Şengalê werin derxistin. Çi hest van peyvan bi Viyan Dexîl dide gotin?

Viyan Dexîl, dema êrîşên DAÎŞ’ê, di tebaxa 2014’an de li Şengalê ji helîkopterê ketibû û birîndar bûbû. Wê anîbûn Stenbolê. Kurdên bakurî, li Stenbolê li ber deriyê nexweşxaneyê ketibûn nobetê. Yek saniyeyek wê tenê nehêlan. Ev ne minet bû. Kurd mecbûrî hevbûn. Kurdên bakurê Kurdistanê jî ev mecbûriyeta xwe pêkdianiyan. Niha ew Viyan Dexil, dilê ew kurdên ku li ber deriya wê ketibûn nobetê jî diêşîne. Li hember xweseriya Êzdîxanê desthilatdariya Iraqê diparêze.

Ji bo yên din hewceyê gotinê nîne. Hoşyar Zebarî dûmahî kes e ku aqil bide kurda. Heke ew dixwaze xwe paqij bike, divê herî kêm bi 7 ava xwe bişo. Ev 30 sal zêdetir e di her peyvên wî de dijberiyek, dijminatiyek li hember kurdên bakurê Kurdistanê, li hember kurdên rojavayê Kurdistanê, li hember PKK û şervanên kurda heye. Ji bo xwe ji efendiyên xwe re şêrîn bike, peyvên dike lê tê.

Lê Viyan Dexîl! Gelo, ew çawa dikare bibe nokerê kûjerên xwe? Qet şerm nake?

Me got hin caran gotin diqede. Niha jî rewş hatiye wê radeyê. Gotin qediya ye. Ji ber ku gelek lîstîkên qirêj hene, mirov nikare van lîstîkan bi gotinan aşkere bike. Lê baş e ku xwediyê planên qirêj xwe bi gotinên xwe aşkere dikin.

Heta niha digotin, “PKK Şengalê firotiye Iraqê.” Em dizanin, wekî hêz PKK ne li Şengalê ye. Rast e, bawermendên PKK’ê li Şengalê hene û ew ê hebin jî. Çi kes nikare dijberiya vê yekê bike. Lê em baş dizanin ku yên Şengalê diparêzin zarokên Şengalê ne. Heke ev zarokên Şengalê axa xwe firotibin Iraqê çima li hember artêşa Iraqê Şengalê diparêzin? Eger PKK Şengalê firotibe, çima PDK’yî îro bang li hikûmeta Iraqê dikin ku Şengalê ji hêzên Êzdîxanê paqij bikin?

Çi gotin nîne…

Heke şermekî wan mabin, bila ew jî bizanibin ku tiştên dikin û dibêjin, şerm e, şerm e, şerm e…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar