Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Serok a li ser milê xwe kir lê ya ji me tê xwestin hîn maye

Hişê min zêde nemaye. Niha partiya me gelekî mezin bûye û her kes ketiye di nav de ev jî ji bo me tiştekî gelekî qenc e. Gelek partî derketin lê nema hetanî dawî. Ez ji kesekî bawer nakim ji bilî Serok APO. Wî mirovî çi got pêk anî. Gelekî ji dayika hez dikir. Qîmetê dayikan li gel wî di ser her tiştî re heye

Berhevkar: Nêrgiz Ismayîl

Yadê Letîfa Hisên: Diya Ş.Elî – Nûcan – Nêrgiz (Qamişlo)

Ez çi bêjim. Nema dizanim. Hinek tişt ji bîra min diçin lê hinek tişt jî qet ji bîra min naçin. Serok gelekî qedrê min digirt. Ew tenê di vê dinyayê de dizane qedirê dayikan bigire, erê bi Xwedê. Dizanibû çi di dilê me de ye.

Ez dixwazim taştê çêkim, ez bi destê xwe çêdikim û dixwim, li ber dilê min xweştir e. Ez gelekî xemgîn im, birayê min wefat kir. Ew birayê min tenê hebû. Nexweş bû. Ew jî çû ser dilovaniya xwe, hema ji xwe re xelas bû, rehma Xwedê lê be.

Ez bi xwe bi diya Ş.Elî tême naskirin. Jixwe ez ca Elî me. Ez ê ca Elî bim jî. Bi eslê xwe ji derdora Mêrdînê me. Ji gundê Omeriyan im. Ez jî Sîtî me. Ca min Sîtî ye, bavê min jî Qertmênî ye. Bavê min bi xwe seyîd e. Min bavê xwe nedîtibû. Bavê min hatiye vê derê binxetê, eskeriya Fransayê kiriye. Piştî wê di şaredariyê de bû, wefat kir. Di belediya hukumetê de bû ya Qamişloyê.

Wexta hatine binxetê hema hatine wê kolana belediyê ya ku nihaka li sûkê ye. Wilo diçe hema rast diçe taxeke yahudiyan li wê derê heye. Îcar berê em di wê harê de bûn. Bavê min seyîd e, di xanîkî de bû û ew mamûrê belediyê bû. Di karê belediyê de jî li ser karkerên paqijiyê disekinî. Xuya ye wî çaxî terektor tune bûn, erebeyên bi hespan hebûn, li ser serê karkeran bû ji wan re digot herin filan şari’ê bêvan şari’ê. Ji wan re digot bi melkesê baş paqij bikin û biavêjin hundirê erebeyê. Ev tişt ca min ji me re digot. Hîna ev li bîra min e.

Em sê keçik û kurek bûn. Destpêkê xuha min çêbû, pişt re ez, piştî min xuheke me yê din çêbû. Kurik jî ji min biçûktir e. Kesek ji wan sax nemaye. Wefat kirine. Emrê wan ne mezin bûn lê qedera wan wilo bû. Xuha min li ser partiyê hat kuştin. Xuha min bûka mala Kabreş bû. Li Cirnikê. Heval di mala wan de bûn çend salan wan xwedî dikirin. Hatibûn hukumeta tirkan gotin wan teslîmî me bike. Xezûrê xuha min got ez teslîmî we nakim. Hemû di hundir de kuştin. Heval jî kuştin û wan jî kuştin. Xuha min, zarokên wê û zilamê wê jî hatin kuştin. Ev bûyer li Cirnikê çêbû. Xezûrê wê qaçaxçî bû. Wî çaxî heval telebe bûn. Kesek wilo nizane doza mala Remezanê Kabreş. Îcar piştî ku bavê min dimire ca min me tîne Qedurbek. Bavê min xanîkî li Qedurbek dikire. Tam di şar’a mezel de ye. Ew mezel bi xwe yê misilmanan bû. Îcar ca min dendik dikelandin û difirotin, me pê xwedî dikir. Her êvarê wê dendikên zebeşan bikelanda û sibehê bi qedehan difirot. Bavê zarokan jî seryarê lê qelibî û mir. Min dendik dilekandin û li dikanê difirotin. Erê.

Tê bîra min ez sêzdeh salî bûm û min dan mêr. Wê demê adeta me kurdan keçik biçûk dizewicandin. Ew bi xwe ji xerîba bû. Me hev nedît û em zewicîn. Gotina ca min bû. Wexta ez jê xwestim min jî gotina ca xwe neşikand. Ez li Qedurbeg zewicîm. Ez li Enteriyê jî mam dema xaniyê min xerab bû ez hatim vir, erê vê derê jê re dibêjin Qenat Siwês.

Tê bîra min di wê mala me ya Enteriyê de hevala Rûken a xuha hevalê Dijwar dihate mala me. Îcar ji min re gotin Rûken û Nêrgiz bi hev re şehîd bûn. Li Garê şehîd bûn. Hema tê bîra min zarokên min biçûçik bûn û heval hatin mala me. Elî yê min î nûxûrî bû. Ya duduya Salha bû. Ya sisiyan Fatma bû. Ên din jî Nêrgiz û Nûcan piştî wan bûn. Eyser jî ya biçûk bû. Îcar Nûcan û Nêrgiz ketin komê, gelekî ji çand û hunerê hez dikirin. Ew diçûn carê çandê û heval jî dihatin mala me. Bavê Canê hebû ew jî zavê bavê metika min e. Bavê Teyar bû. Di salên 90’î de tev li bûn. Serokatî gotibû vegerînin, temenê wan biçûk in lê wan gotibûn em venagerin. Ez diya Elî me, diya Nûcan im, diya Nêrgiz im. Ew cerg û kezeba min bûn. Ez diya hemû hevalan im. Ez ê diya hemû şoreşgeran bim hetanî dawiya emrê xwe jî ez ê dayika van delalan bim. Ez aşkera dibêjim dayika ji jiyana xwe fedî bike ew ne dayik e. Dayika li jiyana xwe poşman bibe ew ne dayik e. Dayika ku qîmetê nede zarokên xwe û welatê xwe dîsa ew ne dayik e!

Ez qet li jiyana xwe ne poşman im. Dibe ku poşman biba dema ku min zarokên xwe terbiyak nebaş mezin kiribana. Lê hemd ji Xwedê re, hemd ji Xwedê re ku min ew bi terbiyake baş mezin kirin û berê wan da başiyê, rastiyê û qenciyê, ez nepoşman im. Ez gelek caran diqeherim ji gelek dayikan diqeherim ku dibêjin: “min ji heyata xwe fêm nekir” çima me fêm nekir! Me baş fêm kir lê qeweta me negihiştiye ku em gelek tiştan bikin. Ev rastiyek e. Jinên xwelîser ên ku ji heyata xwe fam nakin, wexta dimirin jî fam nakin. Erê bixwedê.

Ev demeke ez gelekî qehwê vedixwim gelekî lê dilê min hîn wekî wan rojan e ez ciwan im û dilê min ciwan e. Ez xwe nadim bi sed zilamî. Ez nizanim emrê min bûye çiqase lê ez tenê dizanim ku ez hîna ciwan im. Gelek kes ji min nema hez dikin ji ber ku ez ji derewan aciz im. Ez derewan di jiyana xwe de qebûl nakim, di jiyana hevalên xwe de qebûl nakim. Çênabe mirov derewan bike. Min qet di heyata xwe de derew nekirine. Nizanim derew çi ne. Lê xuya ye xelik hîn ji derewan hez dikin.

Berê mala min tijî heval bûn bi şev û roj niha ez bi tenê me. Tenêbûn nexweş e. Nabe kesek dayikan bi tenê bihêle. Gava dayik bi tenê dimînin ji xwe re bimirin baştir e. Dayik civak e û zarokan ji bo civakê mezin dike lê di dawî de nabe bi tenê bimîne. Dayikên xwe bi tenê nehêlin.

Ew roj ji bîra min naçin gava heval ji aş û baş dihatin vê hewşê. Serê xwe dişûştin, perwerdeya xwe li vê der didîtin. Hemû karên xwe dikirin. Ez welatparêzek baş bûm hîn jî welatparêz im. Yek bi yek min zarokên xwe da û ew zarokên min mîna gulan bûn. Min ji wan hez dikir lê Kurdistana me hîn ji zarokên min şêrîntir bû. Roja dengê hevalan nehatiba min ew roj ez ne li dinê bûm. Ez dibêjim qey ew roj wekî îro ye. Tiştek nehatiye guhertin.

Dema Serok li vir bû dinya gelekî xweş bû. Ez hîn jî digerim li wan suretan nizanim çi bi wan hatiye. Gelek suretên min bi Serok re hebûn lê dema min ew sûret vedişartin ez nizanim nihaka çi bi wan hatiye. Demê berê wexta dewlet dihat û êrîşî malan dikirin em dayik sûretên hevalan vedişartin.

Hişê min zêde nemaye. Niha partiya me gelekî mezin bûye û her kes ketiye di nav de ev jî ji bo me tiştekî gelekî qenc e. Gelek partî derketin lê nema hetanî dawî. Ez ji kesekî bawer nakim ji bilî Serok APO. Wî mirovî çi got pêk anî. Gelekî ji dayika hez dikir. Qîmetê dayikan li gel wî di ser her tiştî re heye.

Ji bîra min naçe Elî kurê min î şehîd bû. Gelekî kedkar bû ji Serok hez dikir. Ji Kurdistanê gelek hez dikir. Tu carî neketibû dilê min ku ew kurê min ê şehîd e, rojekê ji rojan ez dê li ber çavên xwe nebînim.

Ma keçika min ez çi ji te re bibêjim; li vê derê jê re dibêjin Enteriyê, Enteriyê taxek ji taxên Qamişloyê ye, beriya niha xortên me bi kêrên di destên wan dihatin naskirin. Nego ji xerabî, na welehî, ew xort ji camêrî û mêraniyê bûn, hetanî ez jî xencereke min hebû, ji bo ez xwe biparêzim bi min re bû. Erê min xwe nedida bi sed zilaman, na welehî bi hezar zilaman jî. Ma mêranî çi ye? Tenê zilam mêr in na welehî, jin jî mêr in û mêran jî mêrtir in… haa.. haaa. Jin mêr in lê navê zilaman derketiye. Erê bi xwedê. Ma kî dikaribû devê xwe li ber xortên Enteriyê vebikirana wê devên wan bihata şikandin. Li heqiyê bûn. Wê demê wilo bû. Ne tenê Enteriyê, li dawiya wê jî Qenatsiwês jî heye û paş wê Cim’ayê û Im El firsan hetanî Ni’metiyê diçe. Hema ku derê û ne ku derê. Gelekî xweş bû. Şevbihêrk li vê derê bi deng bûn. Cîran ji cîranên xwe hez dikirin. Civatên me, heyatek hêja bû. Jixwe wexta ku heval hatin mala me hîna xweştir bû. Heyata bi hevalan pir bi qîmet bû. Her hevalek dinyayek bû. Rehmetiyê hevalê Selîm ji bîra min naçe, na welehî, camêr, qenc û gelekî delal bû, ji mala Çibîro bû. Her mala ku ew biçûbayê li wê derê Kurdistanek ava dikir. Wê demê gelek kesên ku bi navê kurdayetiyê bang dikirin lê bi xwedê tu bêhina kurditiyê ji wan jî nedihat. Hevalê Selîm û Aydin bi hev re qoriya bûn. Carina ji ser hidûd derengî şevê dihatin û min xwarin ji wan re çêdikir. Carina jî cinikên min dihatin û min digot: mal mala we ye herin mitbexê û ji xwe re xwarinê çêkin. Feqîra diçûn. Gava min li wan dinêrî, min sed Kurdistan di rûyên wan de didît.

Hevala Nofa navê wê Rûken bû, ji taxa xerbî bû. Hinde xweşik, sipehî û delal bû. Ya rebî ew bejin û bala wê, xwedê hezar rehmê lê bike. Dihat û gelek jin kom dikirin ji jinan re li ser azadiya jinan diştexilî. Min carê di dilê xwe de digot: gelo evqase keçikên delal çawa Serokatî li hev anîne û di nava şoreşê de kirine yek hêz û bi hev re kar dikin. Ez ecêb dimam. Gelekî dizanibû biştexile, gelekî dilnimiz bû, gelekî zane bû, gelekî delal bû, ma çiqasî di rojên havînê de li mala min razaye. Hevala Rûken her demê rûliken bû. Dilgerm bû. Derdê wê here çiyê, ji xwe çû û şehîd bû. Rehma xwedê lê be.

Mala me ji hevalan tijî bû. Heval derengî şevê dihatin û serê xwe dişûştin Erê Nûcan li aliyê Garzanê şehîd bû. Ji ber ku dema Elî şehîd bû Serokatî ji Nûcan re got neçe Garzanê tijî qorocî ne. Lê got na ez ê herim şûna Nêrgiz. Jixwe di rê de şehîd bû.

Elî qoriya bû. Xwest here çiyê Serokatî wê demê nehişt lê wî xwest here. Dema diçe di rêkê de pêşmergeyên PDK’ê ew şehîd kirin. Her sê zarokên min gelekî qenc bûn. Dema ji medresê dihatin hema karê malê dinivîsin. Jêhatî bûn. Elî gelek ji sporê hez dikir. Her sê keçik jî wiha bûn. Elî di nadî el cîhad e bû. Elî sefê nehan bû. Nêrgiz û Nûcan jî hîn sefê heftan bûn. Nûcan li çiyê bû lê piştî şehadeta Elî hat û li Şamê li gel Serokatî ma. Ew li Şamê bû. Serokatî bangî min kir. Lê min di xewna xwe de dîtibû ku Elî şehîd dibû. Ez rabûm çûm cem Serok. Heval li wê derê bûn Serokatî hinek henek bi wan re kir, ji wan re digot herin ser kar bin ma hûn hatine çi?! Dema ji min pirsî ma yadê tu hatiye çi? Tu hatiye me bibînî? Min jê re got: na ez nehatime we bibînim, ez li her demê te dibînim. Got: tu çawa min dibînî û ez te nabînim?!

Hin heval li wê derê bûn jê re gotin: Serokê min ev ca hevalê Elî ye, ev ca Nêrgiz û Nûcan e. Serok got: yadê serê we sax be. Hema ji hevalan re got: ka banî Nûcan bikin. Min nizanibû Nûcan li wê derê ye. Dema Nûcan ez dîtim hema ez hembêz kirim. Ez û wê bi hev re giriyan. Serokatî me herduyan jî hembêz kir û got: “negirîn, birîndar li vir hene negirîn, ha niha divabe hûn têkevin basê û herin”. Ez û Nûcan û hevaleke gerîla bi hev re me konê Elî danî. Çawa şehîd bû Serokatî got bila îlan bikin.

Nêrgiz deh metro bi ser de ketibû digot ka herin wê berfê bi ser de rakin. Ji bo Nêrgiz jî ez li ber televizyonê bûm. Hema min dît di nûçayan de gotin: “Hevala Nêrgiz li Çiyayê Garê şehîd bûye”, hevala Rûken e, îcar navê gelekan gotin. Êdî min fêm kir ku şehîd bûye. Ji ber hevalan ji min re gotibûn li herêma Garê ye. Hevalê Aldar Xelîl hate cem min ji min re got: “yadê tu dizanî hevala Nêrgiz çawa şehîd bûye?” Min got: “na ez nizanim, lê min ji televizyonê bihîst li Garê şehîd bûye, ew jî li ser destê pêşmergeyan şehîd bûye.” Nûcan jî bi qîm û reza xwe çû Garzanê li wê derê şehîd bûbû. Di rê de.

Ez tenê yek tiştî dizanim lê heyat nasekine. Divabe heyat nesekine. Çavên min spîk ketine ser de, ez nema baş dibînim. Min berê baş didît lê niha nema baş dibînim. Insan emrê wî/wê mezin dibe. Lê çi bêjim divabe mirov di temenê xwe de gelek tiştan bike û bimire.

Ez di wê baweriyê de me ku min gelek tişt ji hevalan re kirine. Lê heval jî bi dehan li vê derê xwarin xwarine, li wan xweş helal be. Ez wan ji bîr nakim. Serok jî ji bîra min naçe. Ew jî niha heyata xwe ji bo me da. Di zindanê de ye, wexta ez li ser wî difikirim heyfa wî di zindanê de ye. Heta niha jî li ber xwe dide. Ew mirovekî qenc e heyata xwe ji bo her kesî feda kir. Wî hayata xwe ji bo dîrokê terxan kir. Lê divabe welatparêzên me yên niha jî qenc bin ew jî wekî wan deman bin. Nabe em wî mîrasê ji bîr bikin. Kesên xiyanetê li welatê xwe bikin ew jî bênamûs in û bêşeref in. Divabe mirov ne bênamûs be!

*Ji cîlda duyemîn a Rûpelên Jînê hatiye wergirtin

Ew pêşenga jinên azad bû ne kesek bû

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar