Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...

Pazartesi - 16 Eylül 2024

Serok eşîrên Şengalê: PADÊ îradeya me ya siyasiye

Serok eşîrên Şengalê tev li çalakiya konvedanê ya Rêveberiya Xweser a Şengalê ya ji bo piştgiriya PADÊ bûn û gotin: “PADÊ îradeya me ya siyasiye. Ew ê bi girtina wê nekarin pêşî li têkoşîna me bigirin.”

30’ê Tebaxê Rêveberiya Xweser a Şengalê bi dirûşmeya ‘Girtina PADÊ berdewamiya fermanê ye’, ji bo piştgiriya PADÊ li ber navenda Desteya Eşayîrî ya Şengalê konê çalakiyê veda. Desteya Eşayîrî ya ji serok eşîr û rûspiyên Şengalê pêktê, serdana kon kirin û piştgiriya xwe ya bi PADÊ re ragihandin. Endamên Desteya Eşayîrî ya Şengalê li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya der barê PADÊ de axivîn û peyamên girîng dan.

Serok Eşîrê Qîraniyan Xidirê Hecî Mîrza sedema girtina PADÊ spart nebûna yekîtiyeke xurt a Êzidiyan û wiha axivî: “Heta niha êzidiyan yekîtiya xwe xurt nekiriye. Divê civaka êzidî pêşeng û hevalên mîna Mam Zekî, Seîd Hesen, Serdeşt Şengalî, Pîr Çeko ji xwere mînak bigirin û ji bo civaka xwe têbikoşin. Eger em xwe di ber civaka xwede berpirsyar bibînin wê dijmin nekare planan li ser me pêkbînin. Ji bo em dûbare fermanan nebînin, divê herkes xwe di ber parastina axa xwede berpirsyar bibînin. Divê êdî Êzidî berjewendiyên şexsî bidin aliyekî, ji bo gelê xwe kar bikin. Bi salaye Rêber Apo di nava çar dîwaran de ye û dibin tecrîdeke dijwar de ye. Eger Rêber Apo şexsê xwe fikirîba, wê niha ne di zîndanê de ba. Barê hemû civakên bindest daye ser milê xwe û berdêla wê dide. Divê em wan ji xwere nimûne bigirin.”

Endamê Desteya Eşayîrî Berekat Osman jî PADÊ weke îradeya siyasî ya êzidiyan dibîne û dibêje: “Me xwe ji saya Rêber Apo û şehîdan karî rêxistin bikin, saziyên xwe ava bikin û ji bindestiyê derbikevin. Em êdî pîlanên dijmin ên li ser xwe qebûl nakin. Me ji bo îradeya xwe ya siyasî jî PADÊ ava kir. Lê bi pîlana Barzanî dewleta tirk hat girtin. Divê herkes bizane wê nekarin bi girtina PADÊ pêşî li têkoşîna me bigirin û dawî li berxwedana me bînin. Wê pîlanên wan neçin serî.”

Ji serok eşîrên êzidiyan Xelef Silo jî da diyakirin Iraq di berjewendiya êzidiyan de kar nake û got: “Iraq ji bo mafê me kar nake, lê diçe PADÊ ku temsîla me dike û dengê me digihîne cîhanê digire. Ev biryar ne dadperweraneye û dixwazin mafên êzidiyên ji dest bigirin. Li cihê ku PADÊ bigirin, bila biçin wan kesan bigirin ku bûne sedema fermana ser gelê me.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar