Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Seroka EFA’yê: Divê bi Abdullah Ocalan pêvajoya nîqaşê dest pê bike

Seroka Yekîtiya Azadiyê ya Ewropayê Lorena Lopez de Lacelle, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke rêberekî ji bo azadiya gelê xwe têdikoşe pênase kir û banga demildest bidawîkirina tecrîda girankirî kir.

Digel ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di meha 33’yan de berdewam dike, ji qada navneteweyî daxuyaniyên piştgiriyê yên ji bo pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku di meha cotmehê de hat destpêkirin, dewam dikin.  Seroka Yekîtiya Azad a Ewropayê (EFA) Lorena Lopez de Lacalle têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî. Lopez de Lacalle diyar kir ku divê dewleta tirk bi kurdan re vegere pêvajoya nîqaşê.

Seroka Yekîtiya Azadiyê ya Ewropayê Lorena Lopez de Lacelle got ku şertên tecrîdê yên li ser Abdullah Ocalan binpêkirin û înkarkirina hiqûqa navneteweyî ye û destnîşan kir ku dewleta tirk qanûnên navneteweyî binpê dike. Lopez de Lacalle bal kişand ser wê yekê ku ne tenê li derveyî girtîgehê, li girtîgehê jî divê mafên mirovan bên şopandin û wiha got: “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê wateya cezakirina malbata wî û gelê kurd.”

 ‘Divê bi Abdullah Ocalan re pêvajoyeke nîqaşê hebe’

Lopez de Lacalle bal kişand bi ser girîngiya paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Abdullah Ocalan ev demeke dirêj e konfederalîzma demokratîk qebûl kiriye û bi vî rengî  ji bo hebûna gelê kurd li rêyên demokratîk geriya ye. Şert û mercên tecrîdê yên îro tê de ye qet nayên qebûlkirin. Em bi tevahî li dijî vê tecrîdê ne.”

Lopez de Lacalle diyar kir ku divê pirsgirêka kurd bi nîqaşên bi pêşengiya Abdullah Ocalan bê çareserkirin û wiha pê de çû: “Heke pêvajoyek aştiyê pêk were divê Abdullah Ocalan di hemû nîqaşan de cih bigire û jî beşdarî vê pêvajoyê bibe. Erdogan vê bixweze jî nexwaze jî rewş aşkere ye. Ji ber vê yekê çareseriya pirsgirêka kurd bi diyalog û nîqaşê pêkan e ku divê Abdullah Ocalan tê de cih bigire.”

Lopez de Lacalle destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke “rêberekî karîzmatîk e ku bi dehan salan e ji bo gelê kurd di çareseriya siyasî ya demokratîk de israr kiriye” û diyar kir ku divê helwesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bê qebûlkirin. Lopez de Lacalle got, “Divê Ewropa nekeve ber şantajên şerên îro diqewimin. Ev rastiyek e ku em ji ber êrîşên li Filistîn û Îsraîl bi tevahî windakirina mirovahiyê dijîn. Ji ber ku em gav neavêjin û pirsgirêkan çareser nekin wê şer digihêjin vê astê. Ji ber ku me di wextê xwe de ji bo Kurdistanê, gelê Sahra û Filistînê tiştek nekir, îro ev şer hatin vê astê. Em naxwazin tundî li her derê zêde bibe. Em di wê baweriyê de ne ku ji bo aştî û demokrasiyê li cîhanê rê li ber diyalog û nîqaşan bê vekirin. Di vê wateyê de em bangên Abdullah Ocalan ên ji bo aştî û diyalogê pir erênî dibînin.”

‘Bêdengiya Ewropayê durûtî ye’

Lopez de Lacalle bêdengiya Ewropayê ya li hemberî şerê dewleta tirk li Kurdistanê bi taybet li Rojava dimeşîne jî rexne kir û wiha domand: “Ev helwesta Ewropayê durûtî ye. Em vê durûtiya Ewropayê şermezar dikin. Aşkere ye ku êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava ne tenê binpêkirina mafên mirovan e, di heman demê de destwerdan û dagirkeriya li ser karên navxweyî yên welatekî ye.”

Lopez de Lacalle da zanîn ku armanca bingehîn a êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava, tunekirina pergala li Rojava hatiye avakirin e û wiha dewam kir: “Rojava îspat kir ku li herêmê pergaleke siyasî ya demokratîk tê meşandin. Pergala li Rojava pergaleke siyasî ye ku xwe dispêre demokrasiya ji jêr ber bi jor ve û li hemberî rêya otokratîk a ku dîktator dixwazin bidomînin têdikoşin. Li ber xwe dide û demokrasiyê diafirîne. Armanca êrîşên dewleta tirk tunekirina vê pêrgalê ye. Divê em tu carî hedefgirtina pergaleke wiha qebûl nekin.”

‘Ewropa demokrasiyê pir erzan difroşe’

Lopez de Lacalle anî ziman ku peymanên ku Ewropayê bi Tirkiyeyê re li ser koçberan kirine nayên qebûlkirin û wiha bi dawî kir: “Ewropa demokrasiya xwe pir erzan difiroşe. Ji bo pêşî li hatina koçberan a Ewropayê bigire bi Tirkiyeyê re peymanên aborî çêdike. Di encama van peymanan de Ewropa li hemberî hemû binpêkirinên mafan ên Tirkiye û Erdogan li Rojava û li hundir dimeşîne bêdeng dimîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar