Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

‘Serokatiya elewiyan bi temamî qeyûm e’ 

Namzetê rêza 6'an ê Herêma 2'emîn a Stenbolê Hidir Karadaş ê ji Partiya Çepên Kesk destnîşan kir ku: “Serokatiyeke elewiyan a ser bi Wezareta Çandê hate avakirin. Serokatiya elewiyan bi temamî qeyûm e. Di baweriya elewiyan de qeyûm tê redkirin. Divê feraset û mejiyekî bi temamî xweser bê avakirin.”

Namzetê rêza 6’an ê herêma 2’emîn a Stenbolê yê ji Partiya Çepên Kesk Hidir Karadaş sala 1968’an li Sêwasê ji dayik bû. Karadaş di sala 1989’an de tevî malbata xwe hat Stenbolê. Piştî ku li Zanîngeha Komarê ya Sêwasê beşa Endezyariya Makîneyê qedand, hat Stenbolê. Li Stenbolê Serokatî ji Weqfa çand û Perwerdeyê ya Gazî û Cemxaneya Gazî re kir.

‘Hiqûqa elewiyan di bernameya Partiya Çekên Kes de heye’

Li ser sedema namzetiya ji Partiya Çepên Kesk Hidir Karadaş anî ziman ku daxwaz û hiqûqa elewiyan û ya Partiya Çepên Kesk gelekî dişibin hev û got, “Partiyeke ku gelekî nêzî hiqûqa me ye. Dema ku mirov hiqûqa elewiyan hinekî lêkolîn dike dibîne ku bernameya Partiya Çepên Kesk gelekî dişibe. Partiya Çepên Kesk li Tirkiyeyê daxwaza demokratîkbûnê, maf û azadiyê dike, bi pratîka xwe jî vê yekê dixe meriyetê, lewma me tercîha xwe li aliyê wan danî. Meseleya li Tirkiyeyê ew e ku demokratîkbûn pêk were, jiyana demokratîk bê afirandin û bi cih bê anîn. Lewma îro li Tirkiyeyê gelek pirsgirêk hene. Ji mafên mirovan heta bi maf û azadiya kesayetan, ji civaka rêxistinî heta bi parvekirina aboriyê, cihaneke bi edalet û hiqûqê, gelek pirsgirêk hene.

Di nava van pirsgirêkan de dema mirov elewîtiyê binirxîne, nêzî 20 milyon mirovên me yên elewî hene, lê belê hînê rewa nayên qebûlkirin. Hîn jî di destûra bingehîn de hikumetekî welê nîne ku Cemxaneyên Elewiyan weke îbadetxaneyê qebûl dike. Di vir de ji aliyê welatîbûna wekhev ve pirsgirêkên cidî hene. Yek ji xalên destpêkê yên Destûra Bingehîn ew e ku Komara Tirkiyeyê weke welatekî laîk pênase dike. Laîktî jî tê wê wateyê ku karên ol û dewletê divê ji hev cihê bin. Dema mirov bala xwe bide ser pratîkê ol û dewlet ji hev cuda nîne. Saziyeke me bi navê Diyanetê heye. Yekser di bin kontrola dewletê de ye. Ka em dev ji vê berdin -ku ne ya devjêberdanê ye- di lîteraturê de wateyeke xwe ya din ew e ku dewlet bi rengekî wekhev nêzî hemû baweriyan bibe. Di nava saziya Diyanetê bi xwe de jî yên cuda difikirin, nîne. Malîkiyên di nava sûniyan de hene? Nîne. Hanefî hene? Nîne. Şafî hene? Nîne. Tu ji wan nîne. Lewma jî li Tirkiyeyê teorî û pratîk li hev nake.”

‘Cemxaneyên me bi qeyûman tê birêvebirin’

Hidir Karadaş nerazîbûn nîşanî wê yekê da ku cemxane bi biryarnameyê bi ser Wezareta Çandê ve hate girêdan û got, “Weke ku hûn zanin beriya niha bi demeke kurt bi biryarnameyê qanûn hatin derbaskirin. Hewl dan ku 20 milyon mirovên elewî di nava van qanûnan de asê bikin, ku em vê yekê red dikin. Em qebûl nakin. Serokatiyeke elewiyan a ser bi Wezareta Çandê hate avakirin. Serokatiya elewiyan bi temamî qeyûm e. Di baweriya elewiyan de qeyûm tê redkirin. Divê feraset û mejiyekî bi temamî xweser bê avakirin. Pîvaneke serbixwe û xweser divê hebe. Lewma heta ku hûn cemxaneyan weke îbadetê qebûl nekin û elewîtiyê jî bi fermî qebûl nekin, li vî welatî welatîbûneke wekhev nabe. Ev yek ne li mafên mirovan, ne li exlaqê demokratîk ne jî li çand û hemdemiyê tê. Lewma şerha me ji ber vê ye. Divê li vî welatî jiyaneke demokratîk bê afirandin û 85 milyon mirov wekhev bin.”

Hidir Karadaş destnîşan kir ku ew demokratîkbûna dewletê ne tenê ji bo elewiyan, ji bo tevahiya civakê dixwazin û got, “Ji bo mirovên xwe yên sûnî, yên elewî dixwazin. Ji bo kurd, tirk, laz, çerkes, ji bo her kesî em daxwaza welatîbûneke wekhev dixwazin. Lewma di vir de divê dewlet demokratîk bibe. Divê demokratîk bibe û bi rengekî wekhev nêzî her kesî bibe. Hevalên me yên ku berê têkoşiyan hemû li ser vê xet û bingehê têkoşîn meşandin. Ji niha û pê ve jî mirovên me yên elewî wê ji bo welatekî azad, avakirina Komara Tirkiyeyê ya demokratîk û laîk, têkoşîna xwe dewam bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar