Serokê berê yê Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) Maûro Palma ku li Girtîgeha Îmraliyê 3 caran serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir, beşdarî bernameya ‘Nêrîna ji Ewropayê’ ya televîzyona Medya Haberê bû û bersiv da pirsên Serkan Demîrel.
Prof. Maûro Palma di destpêka axaftina xwe de qala taybetmendiya Girtîgeha Îmraliyê kir û got, “Di nava panorama girtîgehên Ewropayê de mînakeke Girtîgeha Îmraliyê nîne. Yekane girtiyê herî zêde li vê girtîgeha giravê hatiye hiştin Abdullah Ocalan e. Piştre di encama serdanên me yên weke Konseya Ewropa, CPT de me ji rayedarên tirk ragihand ku tecrîdeke bi vî rengî bi demdirêjî nabe ku dewam bike. Di encamê de jî li Îmraliyê girtîgeheke biçûk a bi tîpa F hat avakirin. Tîpên F li Tirkiyeyê girtîgehên bi ewlekariya bilind in. Niha li Îmraliyê tevî Ocalan 4 girtî hene. Lê belê ev rewş taybetmendiya îstîsnayî ya Îmraliyê ji holê ranake, ji ber ku malbat û parêzer nikarin bi hêsanî xwe bigihînin Îmraliyê, bi taybetî jî di zivistanê de.
Ji ber ku pêlên deryayê bilind in û li Îmraliyê cihekî diyarkirî yê xwedanînê nîne, ez bi xwe timî bi helîkopterê çûm Îmraliyê. Rewşa Îmraliyê bi serê xwe pirsgirêk e. Ji ber ku serdan di rojeke diyarkirî ya hefteyê de ye, dema pêlên deryayê bilind bûn an jî ji ber sedemên cuda, em rojeke cuda karîbûn biçin Îmraliyê. Berê, carna em neçar diman ku hefteyekê bisekinin.
Ev hemû xusûs ji aliyê pîvanên ku Konseya Ewropayê ji bo girtinê diyar kirine dibe sedema îzolasyoneke demdirêj ku nayê qebûlkirin. Zêdekirina hejmara girtiyên li Îmraliyê ji kesekî heta 5 kesan, ji aliyê başkirina şert û mercên Îmraliyê ve berpirsyariya rayedaran naguherîne.
Abdullah Ocalan bi mehkûmên din re di nava hefteyê de heta astekê têkiliyê bi girtiyên din re datîne jî demên mayî îzolekirî ye. Têkiliyeke sînorkirî ya bi mehkûmên din re nabe weke sosyalbûyînê bê pênasekirin. Li gorî Pîvanên Girtîgehan a Ewropayê ku Tirkiye jî parçeyek jê ye, têkiliyeke sînorkirî ya bi mehkûmên din re karekî sosyalbûyînê nîne.”
Şertên jiyana Îmraliyê
Der barê mijarên di serdan û hevdîtinên li Îmraliyê de hatin nirxandin Prof. Palma wiha axivî: “Dema ku ez wezîfedar bûm û min serdana Îmraliyê kir, têkildarî şert û mercên Abdullah Ocalan de du yan jî sê mijarên taybet hebûn. Yek ji van şert û mercên girtinê yê Abdullah Ocalan bû, yanî îzolasyona mutleq a tê de ye, nayê qebûlkirin. Her wiha di serdanên min ên yekemîn û duyemîn de di nava mijarên girîng de rewşa tenduristiyê ya Ocalan hebû. Ji bo tespîtkirina rewşa tenduristiyê ya Ocalan diviyabû kontrolên tibî bihatina kirin û hevdîtin bi doktorên cuda re bihata kirin. Mijareke din a girîng jî ew bû ku personelên girtîgehê bi tu awayî bi Abdullah Ocalan re nikarîbûn biaxiviyan.
Mijareke din jî astengkirina mafê Abdullah Ocalan ê ji bo radyo yan jî televîzyonê bû. Sala 2012’yan herî dawî dema ku min serdana Ocalan kir, televîzyona wî tune bû. Nizanim bê niha heye yan na. Televîzyona girtiyên din ên li girtîgehê hebû, lê ya wî tenê radyoyeyeke bi qenaleke bi tenê hebû.”
‘Divê hewldanên şênber hebin’
Prof. Maûro Palma destnîşan kir ku dem hatiye ku CPT û organên din ên Konseya Ewropayê di mijara şert û mercên girtîhiştina Ocalan de êdî helwesteke şênber nîşan bidin û têkildarî rola azadiya Ocalan a di çareseriya pirsgirêka kurd de wiha axivî: “Di nava şert û mercên heyî de ku hevdîtina bi parêzeran re jî di bin kontroleke giran de ye, ne hêsan e ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li girtîgehê bi rola xwe rabe. Bi dîtina min azadiya Ocalan di çareseriya pirsgirêkê de dikare roleke girîng bilîze. Lê belê nabe ku mirov çareseriya pirsgirêka kurd tenê weke azadiya Ocalan bibînin. Û bi dîtina min Ocalan di vê mijarê de gelekî zelal e. Bi wî re em li ser siyasetê nediaxivîn, ya rast li vê derê ji we re qala wan tiştan dikim ku nakevin ber nepenîtiyê. Bi Ocalan re em bi giranî li ser jiyana li girtîgehê û hin tiştên bi wî rengî diaxivîn.”
‘Di mijara Ocalan de divê CPT hîn çalaktir be’
Serokê berê yê CPT anî ziman ku demek tê bîra wî ku CPT di mijara rewşa Abdullah Ocalan de bi roleke xurt tevdigeriya û got, “Sala 2008’an rewşeke jehrîkirina Ocalan hebû, mijareke bi vî rengî ketibû rojevê. CPT di wê demê de li laboratûwarên cuda li ser mînakên organîk ên ji Ocalan hatibûn wergirtin lêkolînên gelekî berfireh kiribû. Rola CPT bi gotina îngilîzan hîn bêhtir li ser îknakirina exlaqî ye. Yanî hewl dide ku dewletan ji bo pêkanîna guhertinan îqna bike. Divê em ji bîr nekin ku CPT di sala 1989’an de dema dest bi wezîfeyê kir, rewşa girtîgehan û qadên binçavkirinê yên li Tirkiyeyê ji rewşa niha hîn xerabtir bû. CPT li şûna ku li ser rewşên bi rîsk bisekine, xwedî wê meylê ye ku gavên ber bi pêşketinê ve bêne avêtin, destnîşan dike. Li gel vê yekê, bi dîtina min divê CPT di mijara Ocalan de hîn bêhtir çalak be.”
‘Şert û mercên Ocalan têde ye dijmirovî ne’
Prof. Maûro Palma têkildarî şert û mercên ku Ocalan tê de tê ragirtin wiha axivî, “Tecrîd rewşeke gelekî cidî ye. Xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê îşkenceyê, kiryarên din ên li derveyî mirovahiyê û biçûkxistinê qedexe dike. Divê ev yek bê bibîrxistin. Min gelek bûyerên îşkenceyê dît, lewma vê pênaseyê bi baldarî bi kar tînim. Şert û mercên ku Abdullah Ocalan tê de ne li derveyî mirovahiyê ye û kiryareke li dijî rûmeta mirov e. Vê rewşê weke kiryarek li derveyî mirovahiyê dibînim. Hem li derveyî mirovahiyê ye, hem jî biçûkxistin e. Li derveyî mirovahiyê ye, ji ber ku têkiliyê ji holê radike.
Mirovahî têkilîdanîn e, danûstandin e. Ji ber vê yekê jî şert û mercên Ocalan tê de ye kiryarek li derveyî mirovahiyê ye. Di heman demê de biçûkxistin e, ji ber ku tecrîdkirina mirovekî bi rengekî her tim, nîşan dide ku rûmeta wî kesî tê biçûkxistin. Lewma ez şert û mercên ku Ocalan tê de ne weke li derveyî mirovahiyê û kiryareke biçûkxistinê dibînim.”
‘Kampanya azadiyê girîng e’
Têkildarî kampanya navneteweyî ya ji bo ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka kurd re’ Prof. Maûro Palma got, “Ev kampanya gelekî girîng û baş bi rê ve diçe. Lê belê dikarim bibêjim ku ji bo encamek bê wergirtin pêwîstî bi pêvajoyeke bêşer heye. Di pêvajoya azadiya Mandela de ya li Afrîkaya Başûr, şer tune bû. Heta ku şer hebe, kampanya hinekî li pişt dimîne.”
Ji bo pirsa “Hûn weke şexsekî azadiya Ocalan dixwazin?” Serokê berê yê CPT got, “Belê, teqez dixwazim. Bi dîtina min Ocalan nûnerê rastiyekê ye. Dikarim tev li analîzên wî bibim an jî tev li nebim, lê belê bi dîtina min mafê rastiyên dîrokî heye ku xwe bi rengekî azad îfade bike.”
‘Divê Ewropa bi berpirsyarî rabe’
Weke peyama herî dawî jî Prof. Maûro Palma got, “Em hewl bidin hemû rewşa erênî ya herêmê, ku qala herêma kurdan a ji 4 parçeyan dikim, derxînin holê û di asta Ewropayê de lihevkirinekê pêk bînin. Weke Ewropa divê em vê rewşa erênî nas bikin. Ev rewş wê di heman demê de ji bo azadiya Ocalan û misogerkirina navbeynkarî û danûstandinan jî bibe alîkar.”
Maûro Palma kî ye?
Hiqûqnas û matematîkvanê naskirî yê Îtalyayî Maûro Palma niha serokatiyê ji saziya navbeynkariya neteweyî ya ji bo mafên kesên ji mafê azadiya xwe bêpar hatine hiştin û girtiyan a Îtalyayê re dike. Di heman demê de li Zanîngeha Roma Tree jî li ser mafên mirovan û hiqûqa Ewropayê dersan dide.
Maûro Palma ku di navbera salên 2000-2011’an de endamê Komîteya Pêşîgirtina li îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) bû, di navbera salên 2007-2011’an de serokatî ji CPT re kir.