Navenda Nûçeyan |
Serokê DYA’yê Joe Biden da xuyakirin ku wan serokê DAIŞ’ê Ebû Ibrahîm El Haşimî El Qureyşî kuştine.
Li gorî daxuyaniya Biden hêzên taybet ên DYA’yê bi operasyoneke taybet li nêzî sînorê Tirkiyeyê serokê DAIŞ’ê yê ku li şûna Bexdadî hatibû destnîşankirin kuştine.
Her wiha Wezareta Karên Derve ya DYA’yê jî daxuyanî da ku operasyona wan li bakurê Sûriyeyê bi rengekî serkeftî bidawî bûye.
Li gorî daxuyaniya serçete El Haşimî li Idlibê li nêzî cihê ku berê Bexdadî lê hatibû kuştin tev li çend çeteyên din jî pê re hatiye kuştin.