Bi biryara şêwira dewletê di 10’ê tîrmehê de Muzeya Ayasofya kirin mizgeft. Ayasofya ku ji muzeyê kirin mizgeft îro di 24’ê tîrmehê 97’emîn salvegera Lozanêde de ji nimêjê re hat vekirin û nimêja înê lê kirin. Serokê Karê Diyatenê Alî Erbaş ji bo Ayasofya, ji siyasetmedar, parlamenter, burokrat, dewletên biyanî û oldaran re nêzî 500 kesan re dawetiye şandibû. Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan û hin nûnerên partiyên siyasî tev li nimêjê bûn. Serokê Karên Diyanetê Ali Erbaş ku xutbe xwend, bi şûrê ‘fetihê’ nimêj kir. STENBOL