Rosîda

Rosîda wekî gelek ciwanên din ên li Kurdistanê, di temenê xwe yê biçûk de rûyê faşîst ê dewleta Tirk nas kir. Dema ku li...

Karê dewletan xerakirin e

Milletek û civakek çiqas bi axê û xwezayê te têkiliyê dîne ew qas li pey xwe çandekê dihêle. Çiqas çandek kûr û dewlemend ava...

Rosîda

Rosîda wekî gelek ciwanên din ên li Kurdistanê, di temenê xwe yê biçûk de rûyê faşîst ê dewleta Tirk nas kir. Dema ku li...

Karê dewletan xerakirin e

Milletek û civakek çiqas bi axê û xwezayê te têkiliyê dîne ew qas li pey xwe çandekê dihêle. Çiqas çandek kûr û dewlemend ava...
Pazar - 25 Ağustos 2024

Rosîda

Rosîda wekî gelek ciwanên din ên li Kurdistanê, di temenê xwe yê biçûk de rûyê faşîst ê dewleta Tirk nas kir. Dema ku li...

Karê dewletan xerakirin e

Milletek û civakek çiqas bi axê û xwezayê te têkiliyê dîne ew qas li pey xwe çandekê dihêle. Çiqas çandek kûr û dewlemend ava...

Serokê nû yê PDK’ê

Di van çend salên dawî de dewleta tirk û artêşa wê ji bo bi tevahî dagirkirina başûrê Kurdistanê di nava tevgerê de ne. Hedef û planên wan ên li ser başûrê welat berfireh in. Niha qala dagirkirina çiya û herêmên parastinê yên medya dikin, lê hedefa wan a sereke wê peyre were.

Eger karibin plana xwe ya sereke pêk bînin, wê piştre berê xwe bidin bajar û navçeyên başûr jî. Heta niha bi sedan gund dane valakirin û şewitandin. Parastina çiyayên Kurdistanê di kontrola gerîlayan de ye, lê li bajarên başûr rewşeke cûda heye. Ew deverên di bin kontrola PDK’ê de ne, êdî ji aliyê dewleta tirk ve tên kontrolkirin. Halî hazir îrade û hêza PDK’ê nemaye. Bi temamî xwe radestî Erdogan kirine. Erdogan çi bêje, li gorî wê dimeşin. Em dikarin bêjin ku êdî serokê nû yê PDK’ê jî Erdogan e. Ji ber ku her tişt niha ketiye destê wî. Çawa bixwaze li gorî wê PDK’ê bi rêve dibe. Îradeya PDK’ê ya rêvebirin û parastinê nemaye. Jixwe heta niha ti rêveberî û parastin nedikir, lê ji îro û şûnde wê rewş xerabtir bibe.

Mesrûr Barzanî beriya bi çend rojan gotinek rast li ser rewşa xwe bi kar anî. Wî digot; “Ax keramet e.” Erê raste keramet e û we ew keramet firot. Barzanî dizane bê ji bo çi vê yekê dibêje. Ew dizane ku piraniya axa başûr firotine dagirkeran. Ji aliyekî ve xwe firotine, ev ne bes e, vê carê jî axa welat difroşin. Ji ber vê helwesta Barzaniyan jî mirov fêm dike ku ew ne kurd in. Li cem kurdan rûmet û îrade heye. Lê cinsekî wilo li ti deverî nehatiye dîtin. Me gelek kes dîtine ku rûmeta xwe bin pê kirine, şexsiyeta xwe firotine, lê kesên wiha tinebûn. Yanî mirov ewqasî nakeve û xwe pîs nake.

Eger derdê Barzaniyan pere be, têra xwe pere kom kirine. Eger derdê wan mal û milk be, ew jî kirine. Lê em dibînin ku tişta dikin dijminatiya li kurdan e. Bi awayekî eşkere dijminatiyê li kurdan dikin û axa welatê me pêşkêşî dagirkeran dikin. Êdî ti şik û gumana ti kesî di vê mijarê de nemaye. Barzaniyan Kurdistan firotine û tifaqek qirêj bi faşîzmê re çêkirine. Barzanî bi AKP-MHP û DAIŞ’ê re bûne yek. Bi riya Barzaniyan û PDK’ê nêzî 100 baregehên artêşa tirk li başûr hatine çêkirin. Deh hezaran eskerên artêşa tirk li ser axa başûr in. Herî dawî jî bi sedan çeteyên DAIŞ’ê derbasî wir kirin.

Di rewşeke wiha de kes ne li benda welatparêziya vê malbatê ye. Hewce nake ku kes bangekê li vê malbatê jî bike. Ji ber ku xwe firotine û jê wêdetir jî heta qirikê ketine nava xiyanetê. Ji roja ku PDK ava bûye heta niha dijminatiyê li kurdan û partiyên wan dike. Derdê wê ewe ku Kurd nebin yek û her tim astengiyan derdixîne pêşiya kurdan. Mesela wan jî ne tenê PKK ye. Eger îro PKK tine be, rêxistin û partiyek din bi heman rengî hebe, wê dîsa heman tiştî bikin. Wê demê divê em jî dost û dijminê kurdan ji hev nas bikin û li gorî wê bersiva wan bidin.

Nûçeyên Têkildar