Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

‘Serokê şebekeyê fermandarê qereqolê ye’

Yuksel B. ku weke bersûc tev li dosyaya hişbirê ya li navçeya Licê ya navê Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Licê Hakan K. jî têde derbas dibe hat kirin, li dadgehê aşkera kir ku li ser navê dewletê sîxuriyê dike û got ku serkêşê sebeka hişbirê fermandarê qereqolê yê

Di 26’ê mijdara 2019’an de li navçeya Licê ya Amedê, li ser îxbarekî di kontrola rê de di wesayîta çawişê pispor Ferhat O. de 8 kîlo û 660 gram esrar hat girtin. Piştre hatibû tespîtkirin ku esrar ji emaneta edlî ya Qereqola Cendirmeyan a Licê hatiye dizîn. Ferhat O. di îfadeyên xwe de aşkera kiribû ku Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Licê Hakan K., çawişên pispor Kemal T. û Osman T. jî hevkarê wî ne û her çar jî hatibûn girtin. Bi her çar leşkeran re keyayên bi navê Abdûllah Y. ve Necat Î. Hatibûn girtin.

Di danişîna ku di 5’e hezîrana 2020’î de hatibû dîtin Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Licê Hakan K., bi hinceta girtina dema dirêj hatibû berdan. Di heman danişînê de ji rapora pisporan hatibû tespîtkirin ku Ferhat O. bi kesê navê “Yuksel abi Diyarbakır” ku di telefona wî de qeyd kirî bûye re axaftinên bi sûc kiriye. Piştî ji aliyê dadgehê ve gilî hatibû kirin û di encama lêpirsîna ku hatibû kirin de derketibû holê ku ev kes Yuksel B. ye.

Ji bo berdanê 300 hezar tl!

Di danişîna dawîn a dozê ya meha sibatê de Yuksel B. li danişînê aşkera kir ku sîxurê dewletê ye û wî hişbirê daye xefaltin. Di danişînê de Yuksel B. diyar kiriye ku dadgehê dikare ji cihên eleqedar agahiyan bigire û ev agahî dane: “Min bihîst ku kesê bi navê Îbo ji bo berdana Alî B. û kurê xwe Berkant B. ku ji hişbirê girtî ne ji Ferhat O. û T.T. yê dijî derveyî doze alîkarî xwestiye. Piştî ku min rewşê hîn kir ji bo derkeve holê çûm cem Îbo. Pişte li Amedê di navbera min, Îbo, Ferhat O. û Kemal T. de hevdîtin çêbû. Di hevdîtinê de li hev hat kirin ku bi navbeynkariya Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Licê Hakan K., 300 tl ji bo Dozgerê Komarê yê Licê M.K. bê dayîn. Lê ji ber pere nehat dayîn berdan çenebû.”

‘Serkêş fermandarê qereqolê ye’

Di berdewamê de Yuksel B. da zanîn ku Ferhat O. beriya girtinê ji bo nimûneyê mîqdarek hişbirê li Amedê aniye cem wî û ev tişt gotine: “Kesekî ku navê wî nizanim nimûneyê da. Heta dem ku min ji Ferat pirsa ku ‘Tu ji ku peyda dikî?’ kir ev bersiv da min, ‘Nasnameya xwe nîşan didim û derbas dibim’. Wê ji şevê ji Ferhat hat xwestin ku 109 kîlo hişbirê bîne semta korxetê ya Amedê. Li cem Ferhat bersûc Kemal jî hebû. Ferhat û Kemal vî karî bi hev re dikin. Heta serkêşê vê bazirganiyê Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Licê Hakan K. ye. Ji ber ku min ev agahî hîn kir wan îxbar kir.”

‘Ez weke endamê rêxistinê têm zanîn lê cerdevan im’

Di danişînê de Yuksel B. pirsên parêzerên bersûcên din jî bersivand û  têkildarî kesê bi navê Îbo ev agahî dane: “Îbo weke endamê rêxistinê bê zanîn jî di rastiyê de cerdevan e û weke sîxur jî navê bi kod ê ‘Seyda’ bi kar tîne.”

Dadgehê biryara berdewama girtina her sê çawişên pispor da û daxwaz kir ku ji saziyên eleqedar bê pirsîn ku Yuksel B. Sîxur e yan na û danişînê taloqî meha gulanê kiriye. Çavkanî: MA / Omer Çelîk – AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar