Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Serokên baroyan soza parastina Heskîfê dan

Serokên baroyên Îzmîr, Aydin û Tekirdagê, destnîşan kirin ku divê Heskîfa dîrokî bê xelaskirin û gotin ku ew ê bi her awayî piştgiriyê bidin dozên bên vekirin

Rojên borî serokên baroyên 17 bajaran, ji bo Heskîfa 12 hezar salî di bin avê de nemîne, ji bo betalkirina Projeya Bendava Ilisûyê bang kiribûn. Serokên baroyên Îzmîr, Aydin û Tekirdagê ku ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn, destnîşan kirin ku Heskîf tenê ne ya êlihî û heskîfiya ye, mîrateya hevpar a hemû mirovahiyê ye.

Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel diyar kir ku ji ber berî ku Heskîf bê rûxandin û di bin betonê de bimîne dîtiye pir bisiûd e. Yucel bilêv kir ku rewşa niha Heskîf tê de rewşeke tirsnak e û wiha got: “Îro min baş dît ku mirov ji bo pereyan dikarin çi bikin. Min dît bê ji bo pereyan dîroka welatekî, dîroka civakekê û dîroka xakekê çawa tê tunekirin. Kapîtalîzm, guh nade tu nirxî.”

Yucel bilêv kir ku divê dîroka binerdê ya Heskîf bi her awayî bê lêkolînkirin û wiha got: “Tenê ne dîroka li ber çavan, wê dîroka di bin de jî di bin avê de bimîne. Ji bo çi? Ji bo bendaveke temenê wê 50 salî.”

Yucel destnîşan kir ku her baroyek komîsyoneke wê ya ekolojiyê heye û ev tişt got: “Dema em vegerin Îzmîrê wê karê me yê ewil xebateke der barê vê de be. Em dikarin di warê hiqûqî de dozê vebikin. Lê a rast pir hêviya min tune ye. Çimkî em dibînin ku îdare guh nade biryarên rawestandina birêvebirinê.”

‘Qîrîna 82 mlyonî ye’

Serokê Baroya Aydinê Gokhan Bozkûrt jî destnîşan kir ku ji bo xelaskirina Heskîfê di warê netewî û navnetewî de qanûn hene. Bozkûrt anî ziman ku ji bo xelaskirina Heskîfê pêdivî tenê ne bi qanûna ye û ev tişt anî ziman: “Wekî Baroya Aydinê em ê tev li hemû çalakî û dozên bi pêşengiya Baroya Êlihê ve bên lidarxistin û vekirin bibin. Heskîf di bin betonê de maye. Em ji ber vê diqehirin. Ger bendav çêbibe û avê bigire, wê ev dîrok di bin avê de bimîne. Wê bi hezaran zindîwarên li vira bimirin, wê derdor tune bibe. Wijdanê me vê yekê qebûl nake. Ev der tenê ne aîdî heskîfî û êlihiya ne. Ev der mîrateya hevpar a aydîniyan, edîrneyiyan, qersiyan û hemû mirovahiyê ye. Qîrîna li vira tenê ne ya heskîfiyan e, ya 82 milyonî ye. Em bendavê naxwazin.”

Parastina zindîwaran

Serokê Baroya Tekirdagê Sedat Teknecî jî bilêv kir ku zindîwarên di Çemê Dîcleyê de bi tunebûyînê re rû bi rû ne û wiha got: “Ger der barê zindîwaran de dozek hebe em ê mudaxil bibin. Tune be jî em ê ji bo vê hin lêkolînan bikin. Wek baroyê ji bo li vira qada jiyanê neyê tunekirin berpirsiyariyek me jî heye. Dîmena em li Heskîfê çav pê ketin pir tirsnak bû. Çawa wê ev dîrok ji bo bendaveke 50 salî bê tunekirin. Di warê hiqûqî de divê em bitêkoşin.” ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar