Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Serokên DÎSK, KESK, TTB û TMMOB’ê hatin Amedê

Çalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li Amedê di roja 9’an de berdewam kir. Îro Serok û Hevserokên DÎSK, KESK, TTB û TMMOB’ê tev li çalakiya li Amedê bûn. Seroka Giştî ya DÎSK Arzu Çerkezoglû, tayînkirina qeyûm wekî “darbe” pênase kir û wiha got: “Armanca darbeyê bi milyonan kes in.”

Çalakî û nenarizûbên li dijî tayînkirina şaredariyên HDP’ê yên Amed, Mêrdîn û Wanê di roja 9’an de berdewam dikin. Li Amedê di roja 9’emîn de dîsa parlamenter, hevşaredar û rêveberên HDP’ê li Kolana Lîse kom bûn û çalakiya rûniştinê berdewam kirin. Dîsa polîsan girse dorpêç kir û destûr nedan ku bi girseyi daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Di çalakiyê de hevşaredar, parlamenter hevserokê PSK, Mesud Tek Şaredarê Dersimê Fatih Mehmet Maçoglu  Serok û Hevserokên DÎSK, KESK, TTB û TMMOB’ê jî tev li çalakiya li Amedê bûn.

Di çalakiyê de dowîzên “Ne qeyûm em bajarên dostên zarokan dixwazin”, “Em çima hatin kuştin? li Pirsûs, Eneqe û Amedê” vekirin. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Zeynel Ozen, li dijî bêbextiya Serokomar Tayyîp Erdogan a “Pereyan dişîne çiyê” got: “Nelirêtî û diziya wan di çapemeniyê de belav bû. Nelirêtiyên qeyûm hemû dinya alemê dît. Bedela wê çi dibe bila bibe em serî natewînin û em ê li ber xwe bidin.”

Dema çalakiyê bi stranan dewam dikir, Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu, Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyik, Serokê Konseya TTB’ê Raşît Tukel, Serokê TMMOB’ê Selçuk Uluata û nûnerên sendîkayan hatin Kolana Lîse û çalakger ziyaret kirin. Hevserok û nunerên sendîka meşiyan qada ku pankarta “Dest nede vîna min” vekiribûn û li vir axivîn. Serok û nûnerên sendîkayan bi dirûşmeya “Qeyûm wê hesab bidin gel”, “Li dijî Faşizmê mil bidin mil” û “Kurdistan wê ji faşizmê re bibe goristan” berz kirin.

PSK: Em li cem gelê xwe ne

Serokê Giştî yê PSK’ê Mesud Tek, diyar kir ku tayînkirina qeyûm êrîşa li dijî vîna gel e û wiha got: “Em vê polîtîka AKP’ê şermezar dikin. Em ê li cem gelê xwe cih bigirin. Qeyûm ne tenê li dijî gelê Amedê li dijî vîna hemû gelan e.”

Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Dogan Hatun jî diyar kir ku bi tayînkirina qeyûm dixwazin Tirkiye têxin nava şer û wiha got: “Em bang li gelê tirk dikin ku di nava piştevanî û şêwirmendiyê de bin.”

Çerkezoglu: Ev xezpa vîne û dizî ye

Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu jî anî ziman ku tayînkirina qeyûm a Şaredariyên HDP’ê darbeya li dijî vîna gel e û wiha got: “Darbeya li dijî demokrasiyê ye. Vîna gel aşkere xesp kirine. Hedef û armanca vê darbeyê vîna milyonan gel e. Dixwazin vîna milyonan a 4 aliyên Tirkiye ku li dijî faşizmê serî hildide tune bikin.”

Maçoglu: Wijdanê me li vir e

Şaredarê Dersimê Fatih Mehmet Maçoglu jî xwest li dijî qeyûman gel bibin yek û bi hevre têbikoşin û wiha got: “Ev 9 rojin ku em ne li vir bin jî wijdanê me li vir e, li Wan û Mêrdîn e. Ji niha û şûnde jî dê wijdanê me li vir be.”

Girsê piştî daxuyaniyê bi dirûşmeyan dawî li çalakiyê anîn. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar