Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Serokomarê Îranê Reîsî û wezîrê karê derve mirin

Serokomarê Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emîr Abdullahiyan di qezaya helîkopterê de mirin. Serokê Heyva Sor a Îranê Pîr Huseyîn Kolîvand ji televîzyona IRIBÊ’ê daxuyand ku piştî ku cihê helîkoptera ketî hate tespîtkirin, derket holê ku hemû kesên di helîkopterê de jiyana xwe ji dest dane.

Helîkoptera ku Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emîr Abdullahiyan ku tê bûn, ji ber şert û mercên zehmet ên hewayî şevê din li herêma çiyayî ya eyaleta Azerbaycana Rojhilat qeza kir. Helîkoptera ku Reîsî û Abdullahiyan jî tê de bû hate dîtin. Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA’yê ragihand ku helîkoptera Reîsî û şandeya pê re tê de bû hatiye dîtin. Televîzyona Dewletê ya Îranê gotin ku di helîkoptera hatiye dîtin de tu şopên jiyanê tune ne. Medyaya dewletê ya Îranê jî ragihand ku li cihê helîkopterê tu nîşaneyên jiyanê tune ne. Rayedarên îranî jî ragihandin ku di Reîsî û Abdullahiyan di qezayê de mirin. Hate ragihandin ku helîkopter ji ber mija zêde ketiye û cenazeyê Reîsî hatiye dîtin. Li Îranê hewce ye di nava 50 rojan de hilbijartin were kirin.

Li gorî ajansa Îranê Tasnîmê jî di encama ketina helîkopterê de herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û Serokkomarê Îranê Reîsî, Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emir-Abdullahiyan, Waliyê Azerbaycana Rojhilat Malek Rahmetî û Ayetullahê Tebrîzê Muhammed Alî Al Haşim jî nava wan kesan de ne. Tîmên rizgarkirinê yên Heyva Sor vê sibehê ragihandin ku wan termên  qurbaniyên qezaya helîkopterê dîtine ku yê Reîsî jî di nav wan de ye.

Hikûmeta Îranê ragihand ku mirina Serokomar Reîsî wê di rêveberiyê de nebe sedema ‘’aloziyan.’’

Li gorî Qanûnên Bingehîn a Îranê ger Serokomarê Îranê ji ber sedemên weke nexweşî, mirin û îstîfayê ji du mehan zêdetir wezîfeya xwe nedomîne jî Cîgirê Yekem ê Serokomariyê bi erêkirina serokatî erk û wezîfeyên serokomariyê digire ser xwe.

Ji sala 2021’an heya niha jî Cîgirê Yekêm ê Serokkomariyê Muhammed Mûhber e ku Muhber serokê berê yê bankeyeke Îranê ye. Muhber bibe serokkomarê demkî jî li Îranê hewce ye di nava 50 rojan de hilbijartin were kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar