Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih bi daxuyaniyekê kuştina Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî El Muhendîs şermezar kir
Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih têkildarî kuştina fermandarê Hêza Qûdsê ya Muxafizên Şoreşê Qasim Silêmanî û cîgirê fermandarê giştî yê Heşdî Şebî Ebû Mehdî El Muhendis daxuyanî da.
Daxuyaniya Berhem Salih wiha ye: “Mixabin me nûçeya şehîdbûna Ebû Mehdî Muhendis û Qasim Silêmanî bihîst. Di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de rolek wan a girîng hebû. Em vî karê dijminane şermezar dikin ku rêveberên me yên ewlehiyê yên bi ser leşkerên Iraqê têde hedef girtine. Bêguman ger dengê bi aqil û jîr ê bilind nebe dê bertekên xerab li pey xwe bîne. Di vê qonaxê de divê em yekbûna xwe biparêzin. Ji bo berjewendiyên nîştmanî û parastina serwerî û asayîşa Iraqê hev bigirin. Li ser hemû herêmê metirsîdare.”