Serokwezîrê Pakistanê yê Berê Îmran Han îro li bajarê Lahorê tev li çalakiyeke protestoyî bû. Di dema çalakiyê de li dijî Han êrişeke sûîqestê hat kirin û di encama êrişê de Han birîndar bû.
Li gorî agahiyên ji çapemeniya Pakistanê, Îmran Han bi daxwaza hilbijartina pêşwext li Lahorê tev li çalakiyeke protestoyê bû û rastî êrişa sûîqestê hatiye. Hat ragihandin ku rewşa Han baş e.
Di heman êrişê de li gel Han, her wiha hinek welatiyên din jî birîndar bûn.