Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Serokwezîrê Iraqê çima çû Îranê?

Wezîrê Derve yê Îranê got ku armanca serdana serokwezîrê Iraqê ya ji bo Îranê ji bo bicihanîna lihevkirinane. Lê li gorî çavdêr diyar dikin armanca serdanê navbeynkariya navbera Îran û Siudiyê debû

Duh serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî serdana Îranê kir. Li ser vê yekê Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîfî di daxuyaniyekê de got ku armanca serdana serokwezîrê Iraqê ya ji bo Îranê bicihanîna lihevkirinên dinavbera Îran û Iraqê de ye.

Zerîfî wiha got: “Me pêşwaziya birêz serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî kir. Armanca serdanê bicihanîna lihevkirinên dîrokê yên dema dixtor Ruhanî serdana Îraqê kirî. Ev lihevkirin jî yên bi armanca karkirina hemû derfetên alîkariya siyasî, aborî û ewlekariyê. Armanca serdanê bicihanîna van lihevkirinane bû.”

Ruhanî jî di daxuyaniyek çapemeniyê de wiha got: “Peywendiyên bazirganiyê yên di navbera du welatan de di astek baş de ye. Em dixwazin rêjeya bazirganiya her du welatan bigihîin 20 milyar dolar. Me her du welat li ser çêkirina hinek bajarokên pîşeyî li ser sînorê Îran û Iraqê lihevkir.  Wê destpêkê yek ji wan li navçeya Başûr yek din jî li sînorê herêma Kurdistanê be.”

Her wiha serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî jî di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û wiha got: “Divê hikumeta Iraqê karek bike ku leşkerên Amerîka demek zû ji Iraqê biçin jiderve.”

Her çendî li gorî daxuyaniyên fermî, serdana Adil Ebdulmehdî bi aboriyê ve didin girêdan, lê li gorî hinek çavdêr û ajansan, armanca serdanê navbeynkariya dinavbera Îran û Siudiyê ye. Beriya çend hefteyan jî şandek ji Erebistana Siudî serdana Bexdayê kiribû. Divê serdanê de paşayê Siudî xerckirina 1 milyar dolar ji bo projeyên Iraqê ragihandibû.

Adil Ebdulmehdî di dewama daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de wiha got: “Iraq di asta niha ya peywendiyên bi Îranê re naxwaze peywendiyên xwe yên jiderve bifetisîne. Belkû piştî vê, Iraq peywendiyên xwe bi Kuwêt, Siudî, Urdun, Îmarat, Qeter, Tirkiye, Misir û welatên din re xurtir bike.” SILÊMANÎ

Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar