Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Serpelê got ‘di operasyonê de pêşketinek nîne’ hat sirgunkirin, cerdevanekî îstîfa kir

Êrîşên dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna dane destpêkirin didomin.  Di çarçoveya êrîşan de, li herêmên bejahî yên navçeyên Şemzînan, Çelê û Geverê yên Colemêrgê jî liv û tevgera leşkeran a zêde heye. Di şer û pevçunên herêmê didome de ji bo ku windahî neyên aşkerekirin, agahî belav nebe hemû derfêt tên bikaranîn.

Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, hate diyarkirin ku yek ji serpelekî ku li Fermandariya Cendirmeyan a li gundê Aşutê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê dixebitî, ji ber gotina “Di operasyonê de pêşketinek nîne” gilî lê hatiye kirin û pişt re jî sirgunî cihekî din hatiye kirin. Hate diyarkirin ku cerdevanekî ji heman gundî ku nexwestiye tev li operasyona li ser sînor bibe jî îstîfa kiriye.

Her wiha hat diyarkirin ku gelek cerdevanên li gundên Çelê ji bo parastin û nobetê birine Nexweşxaneya Sahra ya li herêma Ertûşê. Çavkaniyên heremê diyar kirin ku cerdevanan nabin operasyonê û tenê dibin ser xetên sînor û li wir tên hiştin. Her wiha hat ragihandin ku li qereqolên heremên li navçeya Çelê û qerekolên nêzîkî Çelê leşker nemane û leşkerên li van deran hemû birine ser xeta sînor.

Dîsa li gorî agahiyên ku me bi dest xistin, hat hînbûn ku ji bo ku artêşa tirk agahiyên windahiyên xwe veşêre, li Tugaya Komandoyê ya Çiyê ya Cendermeyan a Colemêrgê ku merasîmên leşkerî lê dihatin lidarxistin, ji bo çapemeniya neteweyî û saziyên çapemeniyê yên herêmî hatiye qedexekirin. Hate hînbûn ku cenazeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dane bi balafiran, ji Balafirgeha Selahattîn Eyyûbî ya Geverê û Balafirgeha Ferît Melen a Wanê dibin bajarên wan. Hat zanin ku derbarê cenazeyan de peymana nepenîtiyê ya malbatên leşkerên ku mirine heye û kesên ku binpêkirine jî dê nikaribin ji tu alîkariyê sûd werbigirin.

Hate hînbûn ku di çarçoveya operasyonê de herêmên Bilêcan, Serêspî û Ziyaniş ji sivîlan re hatine qedexekirin, piştgiriya lojîstîk a bi wesayîtên sivîl ji bo dermankirina leşkerên birîndar dibirin qedexe kirine û tenê destûrê didin wesayîtên leşkerî. Hate zanîn ku ji bo operasyonê ji Qeyserî, Bolû û Hatayê gelek leşker anîne li herêmê bi cih kirine. Her wiha hate hînbûn ku leşkerên Fermandariya Tugaya Komandoyê ya Qeyseriyê li avahiya Miduriyeta Rêyabejahî ya Çelê ya di navbera gundên Mêrganê û Dêmanê nû hatiye çêkirin de hatine bicihkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar