Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şert û mercên Îmraliyê ji Girava Robben girantir in

Parlamenterê Swîsreyê Dr. Beppe Savary-Borioli bertek nîşanî tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got, “Şert û mercên li Îmraliyê ji şert û mercên Girava Robben ku Nelson Mandela 27 sal in dîl tê de ma, gelekî girantir e.”

Wekîlê Parlamentoya Kantona Ticino ya Swîsreyê û Serokê Beşa Bijîjkên Navneteweyî ya Swîsreyê ji bo Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî (IPPNW) û di heman demê de yek ji endamê Komîteya Navneteweyî ya ji bo Azadiya Abdullah Ocalan Dr. Beppe Savary-Boriloli di bernameya Rojeva Ewropayê ya ku di Televîzyona Medya Haber de hat weşandin de têkildarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin kir.

Dr. Beppe Savary-Borioli destnîşan kir ku, pêkanînên li dijî Abdullah Ocalan bi tevahî derveyî mirovahiyê ne û li dijî hemû rêgezên hiqûqî ne û wiha got, “Em îro bi Dozgerê berê yê Federal ê Swîsreyê û parêzvanê mafên mirovan ê berê yê Konseya Ewropayê Birêz Dîk Marty re li ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan axivîn. Em herdu jî hemfikir in ku şert û mercên girtina Abdullah Ocalan bi tevahî nemirovî û neqanûnî ne.

Abdullah Ocalan hinekî jî xwedî pozîsyona Nelson Mandela ye. Bi dîtina min şert û mercên Îmraliyê ji girtîgeha li Girava Robben a li Efrîkaya Başûr ku Mandela lê hatibû girtin, gelekî girantir û dijwartir in. Em baş dizanin ku rêbazên çareseriyê yên li Efrîkaya Başûr bi azadiya Mandela dest pê kir. Di dema ku Mandela hatibû azadkirin de, li ser desthilatdariya Efrîkaya Başûr serokwezîr FW de Clerk ku ji Erdogan pêşverûtir bû, hebû. Ez bi awayek vekirî bêjim, tişta ku di derbarê rewşa Birêz Ocalan de min hinekî aram kir ew bû ku birêz Dîk Marty ku bi Konseya Ewropayê re têkiliyên wî yên pir baş hene, ji min re got, ‘Bi her awayî Konseya Ewropayê rewşa Abdullah Ocalan dişopîne.’ Ez wisa difikirim ku Konseya Ewropayê ji ber têkiliyên dîplomatîk ev rewş parve nekir. Lê ji ber 27 meh in ji birêz Ocalan tu nîşaneyên jiyanî nîne û agahî nayê girtin min gelek dixe nava fikaran.”

Erdogan bi rêya tecrîdê şantaj dike

Dr. Beppe Savary-Borioli diyar kir ku, Erdogan bi rêya tecrîdê şantajê li her kesî dike û wiha axivî, “Mîna şantajên ku li ser Fînlandiya û Swêd ên ku vê dawiyê dixwestin bibin endamê NATO’yê, kir. Erdogan di rewşa fermandarê giştî yê duyemîn a artêşa herî mezin û girîng a NATO’yê ye. Di encamê de piştî artêşa DYA’yê di NATO’yê de xwediyê 2’yemîn artêşa herî mezin e. Bi taybet bi bikaranîna rewşa penaberên Sûriyeyê, şantajê li welatên Ewropayê dike. Bi gotina ‘Ez ê sînor ji penaberan re vekim, hûn ê bibînin ka çi dibe’ tevdigere.

Wekî din, ez difikirim ku her çend ku piraniya hilberîna çekan a Tirkiyeyê niha li Tirkiyeyê tê kirin jî Erdogan ji bo hin endûstriya Ewropayê kiryarek baş e. Lê Erdogan şantajê wek stratejiyek bi kar tîne. Gelek rêyên dewletên Ewropî hene ku şîretên baştir bidin Tirkiyeyê, ku hêvî dike ku bikeve Yekîtiya Ewropayê. Lê ew nakin. Almanya ku civakeke mezin a tirk lê dijî, bêguman welatekî herî zêde têkilî û bandor li ser Tirkiye û Erdogan kiriye. Li gel vê jî, bi min wisa dixuye ku Almanya li hemberî Erdogan hema bêje tiştekî nake. Divê Wezîrê Derve yê Almanyayê li hember Erdogan gavên tund bavêje.”

Nehiştin çekên kîmyewî bên lêkolînkirin

Dr. Beppe Savary-Borioli anî ziman ku, di siyaseta Tirkiyeyê ya li dijî kurdan de rola Ewropa û Amerîka heye û wiha dewam kir, “Helbet di vê rewşê de berpirsiyariya Ewropa heye. Lê Amerîka jî ji tiştên qewimî berpirsiyar e. Amerîka siyaseteke durû dişopîne. Amerîka di şerê li dijî DAIŞ’ê de piştgirî da kurdan. Kurdan bi berdêlên giran li dijî DAIŞ’ê şer kirin û bi ser ketin. Serkeftina li dijî DAIŞ’ê ne bi bombeyên hewayî, bi têkoşîna destanî ya kurdan hat bidestxistin. Piştî ku kurdan ev yek kirin, bi tenê hatin hiştin.

Li ser daxwaza seksiyona Bijîşkên Navneteweyî ji bo Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî (IPPNW) Almanya, ez û Pisporê Çekên Kîmyewî Dr. Jan van Aken ku di heman demê de li Helepceyê çekên kîmyewî yên ji aliyê Saddam Huseyîn ve hatine bikaranîn lêkolîn kir, çûn Silêmanyayê û heta sînorê Tirkiyeyê. Lê qeymeqamê Amediyê bi hinceta ku ‘nikare ewlehiya me pêk bînin’ li ser fermana rayedarên tirk çûna me ya li herêmê hat astengkirin. Bi aşkereyî, bi talîmatên xwe, nehişt ku em biçin herêma ku tê îdîakirin çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn, lêkolînan bikin û bi kesên ku em pê re têkilî danîbûn re hevdîtin bikin. Destûr nehate dayîn ku em delîlên rast derînin holê. Ji bo bidestxistina delîlan yan Neteweyên Yekbûyî, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî dikare heyetekê bişîne herêmê lêkolînê bike, yan jî divê saziyên wekî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) bikevin dewrê. Divê welatek hebe ku daxwaza vê lêkolînê bike da ku OPCW jî tevbigere. Mixabin heta niha me nekariye vî welatî peyda bikin. Ne Swîsre û ne jî Almanya ku em pê re di nava têkiliyê de ne, naxwazin vê yekê bikin. Ev jî fikrê me ya ku her kes piçekî ji Tirkiyeya Erdogan ditirse piştrast dike.”

EGER TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ YA PKK’Ê NEBÛYA WÊ PIRSGIRÊKA KURDAN BIHATA JIBÎRKIRIN

Dr. Beppe Savary-Borioli di berdewamiya axaftina xwe de wiha got, “Ev pirsgirêkek kevn e ku bê bersiv e. Ev mijareke pir kevn e ku serokê hikûmetê yê wê demê yê Elmanyayê Helmut Kohl, ji bo ku Tirkiyê dilxweş bike, PKK’ê xistiye lîsteya terorê. Trump her wiha Kuba jî xist lîsteya welatên ku terorê diparêzin. Lê em nizanin behsa kîjan terorê dike. Kubayê qet yekî Amerîkî nekuştiye. Ev mijareke siyasî ye, mîna ku Helmuth Kohl ji PKK’ê re kir. Helmut Kohl, em nizanin li ser çi bingehê biryara xwe ya xistina PKK’ê di lîsteya terorê de daye. PKK’ê her tim rêbazên terorîstî yên wekî metirsiya li ser sivîlên û êrîşa li ser sivîlan red kiriye.

Li gorî min têkoşîna çekdarî ya PKK’ê gelekî girîng e. Bêyî têkoşîna bêçek dê pirsgirêka Kurd ji bîr bibûya. Hebûna şerê çekdarî li wir bû ku rewşa Efrîkaya Başûr bi taybetî Angolo guhert û em dikarin destwerdana leşkerî ya Kuba li herêmê zêde bikin. Yanî li aliyekî têkoşîna siyasî û dîplomatîk heye, li aliyê din jî têkoşîna çekdarî ya gelekî girîng heye. Artêşa Tirk her çendî xwedî çavkanî û hêzeke mezin a teknolojîk be jî, lê ti carî nekariye berxwedana gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê ku dilê Kurdistanê ye têk bibe.”

ERDOGAN DIXWEST SERKEFTINÊ BI DEST BIXE LÊ BI SER NEKET

Dr. Beppe Savary-Borioli di dawiyê de da zanîn ku Erdogan hewl dide serkeftinekê li dijî gelê Kurd pîroz bike û got ku ew bi ser neket. Dr. Beppe Savary-Borioli got, “Di dema kampanyaya hilbijartinê de hemû ragihandin xistin bin kontrola xwe. Di vê pêvajoyê de bihîstina dengên din pir zehmet bû. Li gel van hemûyan jî bi tenê ji sedî 50’yî dengan bi dest xist. Ji ber vê yekê li Tirkiyeyê beşeke mezin heye ku her çiqas niha di hindikahiyê de bin jî ji polîtîkayên Erdogan nerazî ne.

Li ser vê yekê ez dibînim ku li qada navneteweyî bi taybetî jî li welatên Ewropayê zextên li dijî Erdogan bên çêkirin gelekî girîng e. Erdogan dixwaze tevlî Yekîtiya Ewropayê bibe, lewma welatên Ewropayê dikarin zextê li Erdogan bikin ku bi kêmanî rêzê li mafên mirovan ên bingehîn bigire.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar