Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Şerta dayîna tabletê: Bûyîna endamên AKP’ê!

Piştî ji bo hin polan perwerdehiya rû bi rû dest pê kir, Wezîrê Perwedehiya Neteweyî Ziya Selçûk daxuyandibû ku wê tabletan bidin 500 hezar xwendekarî. Lê belê AKP’iyan li Wanê ji bo belavkirina tabletan şertê endamtiya AKP’ê danîn ber xizmên xwendekaran.

Ji ber erdheja sala 2011’an a Wanê, li Taxa Îstasyonê ji bo hin malbatên xaniyên wan xera bûbûn konteyner hatibûn danîn. Hîn jî nêzî 200 malbat di van konteyneran de dimînin. AKP’iyên çûn cem van malbatan, gotin wê tabletan bidin xwendekaran.

Li gor agahiyên bi dest ketin AKP’î di 9’ê Cotmehê de çûne cem malbatên di konteyneran de dimînin. Lê belê ji malbatan re gotine ji bo ku tabletan bidin zarokên wan gere bibin endamên AKP’ê. Ji xeynî çend malbatan malbatên din hemû bertek nîşan dane.

Rasîm Acar ku tevî malbata xwe di konteynerê de dimîne, anî ziman ku AKP’î ji wan re gotine wê tabletan belav bikin lê belê bi şertê ku bibin endamên AKP’ê û ji bo vê jî agahiyên nasnameya wan û wêne ji wan xwestine.

Rewş tê bikaranîn

Acar diyar kir ku hin malbatan ji bo zarokên xwe ev yek qebûl kiriye û wiha got: “Heqekî wan ê ku gefan li gel bixwin û wan bikin endamên AKP’ê tuneye. Rewşa mirovên li vê derê li ber çava ye. Bi ser de jî tên vê rewşê bi kar tînin. Fikra min a siyasî çi dibe bila bibe, heqê partiyeke siyasî tuneye ku were bi vî awayî gefan li min bixwe. Ma tabletek çi dike? Ne te û ne jî vîna te qebûl nakin.”

Suheyla Yildiz jî anî ziman ku 9 sal in di konteyneran de ne û got ku heqê zarokê wan e ku ji bo perwerdehiya wan tabletan bidin wan lê belê bi ser rewşa ku tê de ne tê bikaranîn.

‘Ji bo tabletekê nabim endam’

Şêniyê kampê Îran Acar jî diyar kir ku li bajêr ên AKP’î ne têr in ên ne AKP’î ne birçî tên hiştin û destnîşan kir ku helwesteke bi vî awayî nayê qebûlkirin û wiha got: “Ez naçim ji bo tabletekê nabim endamê AKP’ê. Heke bivê bira kurê min li mala xwe rûnê, nexwîne. Ez ranebim heysiyeta xwe nadim bi tabletekê.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar