Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Serûmên şaş dan girtiyan!

Helwesta dijminane ya li dijî girtiyên ku dawî li çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê anîn, berdewam e. Xebatkarên girtîgehan û tenduristiyê li dijî girtiyan sûc dikin û muameleya xerab dikin. Hat zanîn ku bijîşkan serûmên şaş dane girtiyên di Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê û rewşa girtiyan nebaş e

Li zindanên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de, li ser banga Ocalan dawî li çalakiya xwe anîn. Piştî bidawîkirina çalakiyan re jî girtî sewqî nexweşxaneyan tên kirin. Lê li gelek girtîgehan veguhastina girtiyan a nexweşxaneyan veguheriye îşkenceyê. Hat zanîn ku li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê serûma şaş dane girtiyên jin.

KAYSERÎ

Di vê çarçoveyê de di roja şemiyê de li polîklînîka kampusa Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê mînakên xwîn, destava biçûk û EKG’ê yên girtiyan hatin girtin. Piştre jî çalakgerên bi navên Bêrîvan Bîtmen, Maşallah Erbey, Merge Polat, Sînem Oguz û Saliha Cebe ku zêdetirî 100 rojan di greva birçîbûnê de bûn, li heman polîklînîkê rastî muameleya xerab ên bijîşk û xebatkarên tenduristiyê hatin. Piştî ferz kirina kelepçeyê serûm dan girtiyan. Piştî dayîna serûmê jî rewşa girtiyan xerab bû. Tansiyona girtiyan bilind bû û girtî ji ser hişê xwe çûn û recifîn. Hat zanîn ku girtî Merge Polat êdî ketiye rewşeke wisa ku nekariye bêhnê bistîne. Hat zanîn ku rewşa Bêrîvan Bîtmen û Maşallah Erbey jî pir giran e û bi kursiyên bi teker diçin hevdîtinê. Hat ragihandin ku xebatkarên girtîgehê bi gotinên weke ‘heyfa serûmên em didin we’ li pey provokasyonan digerin.

KIRIKKALE

Li Girtîgeha Tîpa F ya Kirikkaleyê jî piştî greva birçîbûnê lêgerîn pir zêde bûye. Girtî rastî muameleya xerab tên û sewqên girtiyan tên taloqkirin. Daxwazên girtiyan nayên pêşwazîkirin û rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyan.

AMASYA

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê jî sewqî nexweşxaneyê hatin kirin. Lê muayeneya bi kelepçeyê li girtiyan tê ferzkirin. Hat zanîn ku girtiyan tenê xwîn dane û piştre jî vegerandine girtîgehê. Hat zanîn rewşa Fethî Yaşa ku 53 salîye û di greva birçîbûnê de pir kîlo da pir xerabe û pirsgirêka wî ya dil heye. Rêveberiya girtîgehê li gorî rêvebera TTB’ê tevnagere û xwarinên divê neyên dayîn didin girtiyan.

TOKAT

Li Girtîgeha Tîpa T ya Tokat jî xwarinên ku divê di destpêkê de neyên dayîn didin girtiyan. Her wiha girtî tenê ji aliyê bijîşkên beşa lezgîn a 112’an ve tên kontrolkirin. Girtî sewqî nexweşxaneyê nehatine kirin. Parêzer, ji ber binpêkirinên mafan ên hatin jiyîn, dê îro careke din biçin girtîgehên Amasya û Tokatê.

ERZIROM

Li Girtîgeha Tîpa T ya Oltuyê jî 20 girtiyên ku dawî li çalakiya xwe anîn, sewqî nexweşxaneya dewletê hatibûn kirin. Hat zanîn ku girtî ji nexweşxaneyê hatin derxistin û şandin girtîgehê. Hat diyar kirin ku rojane kontrolên girtiyan tên kirin û rewşa girtiyan başe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar