Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Şervan bersivên tund didin topbarana dagirkeran

Hêzên dagirker ên artêşa tirk û komên wê yên çete gundên suryan û êzidiyan ên li Tirbespiyeyê, gundên Girkê Legê û Dêrikê û hem navend û hem jî gundên Kobanê topbaran kirin. Li hemberî van êrîşan jî şervanên HSD’e bersivên tund didin dagirkeran

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê bênavber didomin. Hêzên dagirker bi awayeke hovane herêmê bombebaran û topbaran dikin. Li hemberî van êrîşên dagirkeriyê jî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û gelên herêmê jî berxwdaneke dîrokî dimeşînin.

Di çarçoveya êrîşan de, hêzên dagirker gundên Xiwêtla, Zorava û Til Cîhan ên Tirbespiyeyê ku şêniyên wan suryanin topbaran kirin. Di encama topbaranê de li gundên navborî ziyanên madî çêbûn. Di heman demê de hêzên dagirker di saetên serê sibehê de jî Dêra Meryem a Ortodoks a li gundê Til Cîhanê jî hedef girtibû û ziyan dabûyê. Di heman demê de çavkaniyên ji herêmê ragihand ku hêzên dagirker gundên Mela Ebas, Til Xatûn û Dêrna Qulinga ên li bakurê Tirbespiyeyê ku piraniya şêniyên wê êzidî û suryanin, topbaran kirin. Di encama topbaranê de ziyanên madî çêbûn. Şervanên HSD’ê jî li dijî jêdera êrîşan bersivên tund dan.

Tirbespiye û Girkê Legê

Hêzên dagirker di heman demê de gundê Til Mixar ê li bakurê Dêrikê jî topbaran kir. Şervanên HSD’ê jî di çarçoveya mafê xweparastinê de bersivên tund dan hêzên dagirker. Hat zanîn ku di encama bersiva şervanan de 3 leşkerên dewleta tirk birîndar bûn. Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku hêzên dagirker gundê Delavê Kera yê li bakurê Girkê Legê jî topbaran dikin.

Şerê li Kobanê

Li Eniya Kobanê jî piştî êrîşa dagirkeriyê, di navbera şervanên HSD’ê û hêzên dagirker de şerekî dijwar diqewime. Li gorî agahiyên ji herêmê, hêzên dagirker girê taxa Kaniya Kurdan Kobanê, Girê Miştenûr û derdora Kobanê jî topbaran kirin. Li ser bersivdayîna şervanan jî li herêmê şerekî dijwar qewimî. Çavkaniyan da zanîn ku 2 baregehên leşkerî yên artêşa tirk bûn hedefa şervanan. Hat zanîn ku yek ji van baregehan jî, baregeha mezin a li hemberî gundê Elîşar e. Der barê encamên çalakiya şervanan de agahî nehatin bidestxistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar