Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

Şervan li hemû eniyan derbên giran li çete û leşkerên tirk didin

Li eniyên şer ên Serêkaniyê, Til Temir û Girê Spî şervanên HSD’ê berxwedaneke dîrokî nîşan didin. Şervan li hemû eniyan derbên giran li leşker û çeteyên dewleta tirk didin

Ji 9’ê cotmehê saet 16.00’an heta niha dewleta tirk tevî leşkerên xwe, bi komikên çete yên xwe yên weke El Nusra, DAIŞ û OSO’yê li dijî rojavayê Kurdistanê êrîşên qirkirinê pêk tîne. Li dijî van êrîşan, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî di çarçoveya mafê xweparastinê de bersivên tund didin dagirkeran.

Di van demên dawî de êrîşên hêzên dagirker û çeteyên wan ên li ser xeta Serêkaniyê û Til Temirê zêde bûn. Hêzên dagirker li hêlekê sivîlan hedef digirin û qetil dikin û li hêla din jî hewl didin dagirkeriya xwe berfireh bikin. Yek ji herêmên herî zêde rastî êrîşan tê jî bajarokê Zirgan a Serêkaniyê ye. Di vê çarçoveyê de gundên Til Hirmûs, Esadiye, Babil Ferec, Ûm Îşbe û Mahmûdiyeyê jî bi obûsan tên topbarankirin.

Maşîneyeke hate rûxandin

Li hemberî van êrîşan jî şervanên HSD’ê li gundê Til Hirmûsê bersiveke tund da çeteyên dagirker û li herêmê şerekê dijwar diqewime. Di heman demê de çeteyan li gundê Mehmûdiyeyê jî bi panzer û tankan êrîş kir. Şervanên HSD’ê jî bersivên tund dan û wesayîteke çeteyan hate rûxandin.

Eniya Til Temirê

Li eniya Til Temirê jî dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û tankan êrîşî gundê Kasimiye kirin. HSD’ê jî bi tundî bersiv dan êrîşan. Di encama berxwedana HSD’ê de 4 maşîneyên dagirkeran hatin rûxandin. Di şer de gelek çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Êrîşên li ser Girê Spî

Tevî Serêkaniyê û Til Temirê êrîşên li dijî Girê Spî jî didomin. HSD’ê di çarçoveya parastina rewa de bersiv dan dagirkeran û gundê Xirbit Beger ê li başûrê rojava yê bajêr ji çeteyên dewleta tirk paqij kirin. Li hemû eniyan dagirkeran gelek windahî dan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar