Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Şervan Sason: Divê her kes wekî şervanên HSD’ê li ber xwe bidin

Fermandarê HSD’ê yê Serêkaniyê Şervan Sason: Çawa ku şervanên HSD’ê li Serêkaniyê 5 metre li pêş xwe mirinê dibîne û dikeve çeperan, divê her kes wekî vî giyanî tevbigere

Fermandarê HSD’ê yê Serêkaniyê Şervan Sason, derbarê rewşa dawîn a Keleha Berxwedanê Serêkaniyê pirsên Rojnameger Ersîn Çaksû û Rûken Cemal bersivand.

Sason li ser pirsa me ya ku duyemîn artêşa mezin a NATO’yê tevî çeteyên xwe 10 roj in êrîş dike, gelo di roja 10’an de rewşa şer çi ye, wiha got: “Ez hemû gelên kurd, ereb, suryan û hemû gelên Rojava silav dikim. Şehîdê Serêkaniyê bi hurmet bi bîr tînim. Ev şerê di 10 rojan ne nû ye. Heft sal in li ser Serêkaniyê êrîş hene. Heft sal berê jî heman feraset û artêşê xwest dagir bike lê têk çû. Ev şerê 10 rojan encama feraseta 100 salan e. Em li hemberî vê ferasetê şer dikin.”

Sason ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Êrîşan 10 roj berê dest pê kir. Hemû şervanên me amadekariyên xwe kiribûn. Fermandar, gel û şervanên me, ji van êrîşan re amade bû. Êrîş bi çekên giran û êrîşên hewayî dest pê kir. Me tevdîrên xwe yên xurt li nava bajêr stend. Ji bo ku artêşa dagirker nekeve nav bajêr şervanên YPG, YPJ û HSD’ê li dora bajêr tevdîrên xurt wergirtin. Dijmin di roja duyemîn de xwest ji ser erda vala dora bajêr bigire lê ev ne hêsan bû. Heta ku dora bajêr hate girtin, bi sedan leşker û çeteyên dijmin mirin.  Bi dehan tank, panzêr û wesayîtên wan ên leşkerî îmha bû. Piştî ku dora bajêr girtin xwestin têkevin nava bajêr. Di pênc rojên pêşîn de avahiyek jî nekete destê dijmin. Bi obus û tankan bomberdûman kirin. Bi sedan leşker û çeteyên wan mirin lê bi ser neketin. Herêma Sanayiyê ya di têketina aliyê rojhilat a bajêr de, pênc caran dest guhert. Nikaribûn ji destê şervanên me derxînin. Bi çekan giran sanayî bomberdûman kirin û wisa desteser kirin. Niha jî rewşa li bajêr ev e, her derê bi balefiran bomberdûman dikin.”

Sason ji bo parastina gelê sivîl jî ev tişt got: “Hemû şervanên HSD’ê fedayiyên gel in. Her şervanên me yên di van çeperan de fedaî ne. Bi vê bîr û baweriyê dijîn. Tu hêz nikare li van çeperan wekî şervanên me li ber xwe bidin.  Şervanên me li hemberî hemû talûkeyan şer dikin, gel û axa xwe diparêzin.”

Keleha berxwedanê Serêkaniyê

Li ser pirsa me ya ku Serêkaniyê çawa bû keleha berxwedanê, Sason wiha got: “Biryareke me heye, divê bihustek axa me nekeve destê dijmin. Cihên ku dijmin stendine, em ê ji wan bistînin. Heke şervanên me li van çeperan şehîd bûbin, di heman deqîqeyan de tola wê jî hatiye stendin. Ev keleha berxwedanê ye. Li Serêkaniyê tu çeper neşikest. Kîjan çeperê derb xwaribe, tola wê hatiye stendin. Li Serêkaniyê jin, mêr û hemû malbatan tevî HSD’ê li dijî çeteyan şer kirin.”

Rewşa agirbestê

Derbarê agirbestê de jî Sason wiha got: “Agirbest di gotinê de çêbû lê di warê pratîk de pêk nehat. Dewleta Tirk agirbestê bin pê dike. Êrîş hê jî didome. Ji dema ku agirbest bi fermî hatiye ragihandin û heta niha êrîşî 40 çeperên me hate kirin lê me hemû êrîş şikand. Ew dixwazin hema maleke din jî bi dest bixin, ev hewldanên wan didome. Gelek caran êrîşî nexweşxaneyê kirin. Li nexweşxaneyê gelek birîndar hebûn. Şervanên HSD’ê pêşiya êrîşê girtin. Divê were zanîn, em ê nehêlin ku ew metreyekê jî bi pêş ve werin. Ji serê sibehê de gelek mirî û birîndarên dewleta tirk hene û 6 hevalên me birîndar bûne.”

Banga ji bo gelê kurd

Sason herî dawî ev bang kir: “Çawa ku şervanên HSD’ê li Serêkaniyê 5 metre li pêş xwe mirinê dibîne û dikeve çeperan, divê her kes wekî vî giyanî tevbigere. Banga min a li hemû gelê kurd ev e. Divê li hemberî dijmin em bibin yek.”

Sason herî dawîn diyar kir ku ew geşedanên li cîhanê baş nikarin bişopînin û wiha got: “Ez bawer im civak bi wijdan in û vê rewşê dibînin. Li vê derê gelek tê qetilkirin û civakek tê tunekirin.” SERÊKANIYÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar