PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Şervana heqîqetê a 20 sal an: Baharîn

Baharîn Kendal di nava têkoşîna xwe ya 20 salan de li her qadê li dijî dijmin têkoşîneke mezin meşand. Ji bo azadiya welatê xwe şer kir û her kêliya jiyana xwe bi wate kir.

Bi hezaran jin ên kurd ku tevlî nava refên PKK’ê bûn, ji bo karibin warê xwe ji dagirkeran rizgar bikin û gelê kurd azad bikin bi salan e têdikoşin. Yek ji van jin ên wêrek jî Baharîn Kendal (Delal Elî) bû.

Di sala 1982’an de li yek ji bajarên berxwedêr ên Kurdistanê li Kobanê ji dayik bû. Li nava derdoreke ji kevneşopiya berxwedanê û çanda kurdîtiyê  mezin bû, li nava malbateke welatparêz a gundê Qeremoxê gihîşt ku bi dehan ewladên xwe tevlî nava refên PKK’ê kiriye. Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbasî Rojava bû mîna malbata Delal bi hezaran Rojavayî tevgera PKK’ê ji nêz ve nas kirin û pejirandin. Ji ber welatparêziya malbat û derdora xwe, Tevgera Azadiyê zû nas kir û fêhm kir ku cihê wê nava refên PKK’ê ye. Bi taybetî dîlketina Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan a di 15’ê Sibata 1999’an gelekî bandor lê kir. Di sala 2000’î de tevlî nava refên gerîla bû û navê Baharîn Kendal li xwe kir. Li herêma Qendîlê tevlî perwerdeya destpêkê ya gerîla bû.

Li her erda welat têkoşîn da meşandin

Gerîla Baharîn PKK û jiyana wê di demeke kurt de ji dil pejirand, bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re ku afirînerê vê jiyanê ye têkiliyeke xurt danî. Li her qada jiyanê ya gerîla bi fedakarî xebitî, xwest hêjayî jiyana ku şehîdan û Rêbertî afirandiye bibe. Ji ber vê yekê jî timî xwe deyndar dît. Di sala 2003’an de derbasî Bakur bû û li dijî meylên tasfiyekariyê xwe li aliyê berxwedan û azadiyê danî. Dema ku li Botanê bû kete bin bandora sekna welatparêzî ya xelkê Botanê û xwedîderketina li gerîla. Baharîn sala 2005’an ji herêma Botanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê vegeriya. Ji Rojhilat heta bi Zagrosan, ji Botanê heta bi Behdînanê, ji Rojava heta bi Dersimê li herêmên cuda yên welêt şer kir.

Baharîn Kendal ku fermandareke YJA Starê ya pêşeng bû, ji bo karibe pêşengiyê ji civakê re bike têgihişt ku xala herî girîng perwerde ye û li ser vê bingehê tevlî pêvajoyeke demdirêj a perwerdeyê bû. Li Akademiya Şehîd Bêrîtan, Akademiya Mahsûm Korkmaz, Akademiya Zeynep Kinaci û Akademiya Mazlûm Dogan tevlî perwerdeyê bû. Piştî perwerdeyê jî careke din berê xwe da qada şer û li dijî dewleta tirk û çeteyên DAIŞ’ê li gelek qadên Kurdistanê têkoşiya.

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kirin, li xaka ku lê ji dayik bû û mezin bû vegeriya, li dijî çeteyên ku ji bo qirkirinê êrîşî gelê kurd dikirin, tevlî berxwedana dîrokî bû. Piştî ku Kobanê hate rizgarkirin careke din li çiyayên Kurdistanê vegeriya. Di demekê de ku êrîşên dijmin gelekî giran bû derbasî herêma Zapê bû û tevlî Rêveberiya Eyaleta Zapê bû. Li dijî êrîşên dijmin şerekî bi bandor meşand û şehadeta hevalên xwe ji xwe re kir hinceta tolhildanê.

Fermandar Baharîn di rêya heqîqeta Kurdistana azad de canê xwe feda kir

Gerîla Baharîn di nava têkoşîna xwe ya 20 salan de li her qadê li dijî dijmin têkoşîneke mezin meşand, gelek çalakiyên ku derbên giran li dijmin xist bi rêxistin kir. Herî dawî derbasî herêma Wanê bû û li wê derê weke fermandareke YJA Starê ya şareza xwest wezîfeyên dema nû bêkêmasî bi cih bîne. Gerîla Baharîn bi şerê ji bo azadiya welatê xwe her kêliya jiyana xwe bi wate kir. Di 24’ê îlona 2020’î de tevî hevrêyên xwe Şiyar Sason (Hamît Tîryakî), Faîq Efrîn (Şervan Mamo), Sîdan Canfeda (Reşît Orûk) û Şiyar Kobanê (Esxer Qordoymîlan) tevlî karwanê şehîdan bû. Fermandara pêşeng Baharîn Kendal mîna bi sedan jin ên kurd ên leheng, di rêya heqîqeta Kurdistana azad de canê xwe feda kir. Gelek destketî û mîrateyeke hêja ji têkoşîna azadiyê ya kurd re hişt.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar