Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Şervana YJŞ’ê Avend Qîranî : Êzidî êdî xwedî hêza bersivdayînê ne

Şervana YJŞ’ê Avend Qîranî ji bo fermana 74’emîn got: "Fermana herî bi êş bû. Lê ev fermanê bêbersiv nema. Civaka êzidî li ser fikra Rêber Apo rêxistinbûna xwe ava kir û bersiva herî dijwar da."

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê li dijî civaka êzidî êrîşeke dijwar pêk anîn. Erîşa ku pêk hat ji aliyê civaka êzidî ve wek fermana 74’emîn tê pênasekirin. Di vê fermanê de bi hezaran êzidî hatin kuştin. Jinên êzidî li kolanan hatin firotin. Jinên êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve rastê tecawizê hatin. Di nav civaka êzidî de ji aliyek ve kuştin, taciz û tecawiz dihat jiyîn ji aliyek ve jî tevî ewqas êrîşan civaka êzidî bi piştgiriya şervanên HPG’ê rêxistinbûna xwe ava dikir.

Di roja me de civaka êzidî bi rêxistinbûna xwe û yekineyên parastinê ên wek Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li dijî hemû êrîşên ku pêk tên xwe diparêzin.

Şervana Yekîneyên Jinên Şengalê Avend Qiranî pirsên Rojnameya Xwebûnê yên der barê fermana 74’emîn û girîngiya xwerêxistinkirinê bersivan.

*Wek tê zanîn  di dîroka êzidiyan de 74 ferman pêk hatin, tu sedema van komkujiyan çawa dinirxînî ?

Miletê êzidî çand û ola kevnar ya di dirokê de ye. Ji ber ku civak bi ol û koka xwe jiyan kiriye û li gor çand û baweriya xwe meşiyane û xwe parastine bûne hedef. Civaka êzidî ji dirokê re her dem bûyê mirateya berxwedanê ya mezin. Lê 74 fermanên ku hatine serê miletê me yê êzidî jî ji ber ku nekariye vê berxwedaniya heyî bizivirîne xwe parastinê, xwebirêxistinkirinê pêk hatine. Her çiqasî êrîşên dijmin xwestine ku civakê ji kokê tûne bikin jî me careke din di iredeya şehîd Cîlan û di berxwedaniya Dayê Gulê de dît ku lazime careke din civak li rastiya xwe vegere ku pêwîstiya wî bi nasmayekî xweser û azad heye. Ji ber ku civak ne xwedî hêzekî rêxinstinkiribû, lewma careke din ferman hat jiyîn.

*Di fermanê de jin rastî êrîşên wek tacîz û tecawizê hatin lê li aliyek ve jî li ber xwe dan. Tu armanca êrîşên li ser jinan çawa dinirxînî ?

Di vê fermanê de ya herî zêde zehmetî êş û elem kişandin jin bûn. Ji ber ku heta jin neyê xistin civak nayê bêtesîrkirin ji ber vê dijmin xwest bi tunebûna jinên êzidî re civak, ol û baweriya êzidiyatiyê tune bike. Li hemberî van êrîşan berxwedanek jinan a bêhempa derket pêş ku heta karibûn teslimiyetê qebûl nekirin. Di oxira êzidiyatiyê de gelek ji wan canê xwe feda kirin û rê nedan ku dijimin heqaretê li wan bike. Yanî her fermanek ku hatiye jiyankirin jî gelek şopên bi êş li dû xwe hêlane. Li kêleka vê êşê jî dîrokek tije berxwedan jî maye. Bes tiştek heye ku ev berxwedan demkî bûye yanî dem dirêj nebûye. Her dema ku êrîş sekiniye civak jî cardin vegeriyaye halê xwe yê normal yanî xwe bi rêxistin nekiriye, ji ber vê jî êrîş dem bi dem pêşketine û bandorek mezin li ser civakê hêlaye.

*Piştî êrîşên 3’ê Tebaxê ji aliyê parastina leşkerî ve hêzên we hatin avakirin. We çima pêwistî bi avakirina yekîneyên leşkerî dît?

Tişta esasî ku rê li ber van êrîşan vedike zihniyeta ku herdem miletê êzidî reş dike ye. Êrîşên ku çêdibin jî her bi navê îslamê de pêş ketine û her xwestine îslamê li ser êzidiyan ferz bikin. Dema êzidiyan ev qebûl nekirine jî êrîş çêbûne. Ya din jî bêrêxistinbûn bûye sedema êrîşan. Heke di nav civakê de rêxistinbûn û yekitî xurt bûna dê li ser civakê ewqas êrîş pêknehatana ku pêk bihata jî dê dijmin têk biçûya.

Civaka Şengalê piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an rêxistinbûna xwe ava kir. Em karin bêjin fermana herî bi êş fermana 2014’an bû ku hat jiyîn. Lê vê fermanê bêbersiv nema. Civaka êzidî li ser fikra Rêber Apo rêxistinbûna xwe ava kir û bi vê rêxistinbûnê bersiva herî dijwar da kesên ku bi êzidiyan re dijminatiyê dikin. Civaka êzidî bi rêxistinbûna xwe êdî dikare bersiv bide her êrîşên ku li ser wan pêk tên.

PDK’ê di sala 2014’an de ji bo rizgariya civaka êzidî tu berxwedanek nîşan neda. Niha PDK li dijî civaka êzidî di nav hewldanên çawa de ye ?

Piştî ku PDK bi îxaneta ku li Şengalê kir ne giha hedefa xwe, heta niha gelek caran xwestiye bi rêbazên cuda êrîşê civaka êzidî bike û êrîş dike jî. Lê niha li hemberî van êrîşan civaka êzidî bûye xwediyê helwestek dijwar û nehêlaye PDK li Şengalê bandora xwe ava bike û civakê bixapîne.  Jixwe di 9’ê Cotmeha 2020’an de bi hikûmeta Bexdayê re peymanek li ser Şengalê îmza kirin ku ev peyman bi tu awayî ne ji bo berjewendiyên civaka êzidî ye. Lê ji ber ku PDK bi xwe nikaribû îradeya civakê teslîm bigire vê carê hikûmeta Iraqê jî xist nav planên xwe yên qirêj. Di rastiyê de hikûmeta Iraqê jî deydarê civaka êzidî ye lê tevî vê jî bêşerm, bi PDK’ê re li hev kir ku îrada civaka êzidî tune bikin.

PDK ji xwe li hemberî êzidiyan sucdar e û li ber çavên hemû cîhanê ev sucê mirovahîyê kir ku bi hezaran mirov bi mirinê re rû bi rû hişt. Lê ne PDK û ne jî hikûmeta Iraqê ev li bîra xwe naynin û dixwazin  rêxistinbûna civaka êzidî ku bi ked û berdêleke mezin hatiye avakirin tune bikin. Bêguman ev peymana ku xwestin li ser civaka Şengalê ferz bikin bi pêşengiya jin û ciwanan vala hat derxistin, bi taybetî jî bi avakirina hêzên parastinê yên wek YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê.

Armanca avakarina YBŞ-YJŞ’ê çi bû û xwe li ser kîjan fikrî ava kir?

YBŞ û YJŞ xwe li ser fikir û ramanê Rêber Apo ji bo avakirina jiyanekî azad û tolhidana bi hezaran jinên ezidî li kolanan dihatin firotin xwe birêxistin kir. Em dikarin bibêjin ku avakirina YBŞ-YJŞ’ê ji bo tolhidana fermana 74’emîn e.

Avakirina YBŞ-YŞJ di nav civaka êzidiyan de hêviyeke mezin da avakirin. Her miletê ku hêza xwe ya parastinê nebe wê her bi êrîş û komkujiyan re rû bi rû be. Jixwe eger yekîneyên parastinê yên êzidiyan hebûna wê ev fermana giran li ser miletê me pêk nehatiba. Parastina leşkerî ji bo civakê hertişt bû lê civaka me pêşiya fermanê ne di vê zanebûnê de bûn. Jixwe civakê bixwesta jî nizanibû dê vê rêxistinbûnê çawa ava bike. Bi hatina gerîlayên azadiyê û şervanên HPG-YPJ rêxistinbûna civakê hat avakirin. Di rêxistinbûna civakê de gelek keda şehîdan çêbû, ku heta niha jî ev hêz ji bo parastina êzidiyan dikarin li hemberî hemû êrîşan bisekinin. Edî civak bixwe jî zane ku tenê zarokên vî miletê dikarin parastina vê axa pîroz bikin.

Xweparastin mafê herkesê ye, heke civak bêparastin bimîne ew ê şûre herkesê li ser serê wî be û yek ji vê nimûneyê jî gelê me yê ezidî bû. Ji bo cardin ferman li ser gelê êzidî pêk neyê pêdiviya yekemin ew bû ku hêzên leşkarî werin avakirin.

Di roja me de YBŞ-YJŞ ji bilî parastinê ji bo civakê kîjan xebat dimeşîne ?

Ji bilî parastinê YBŞ-YJŞ di perwerdekirina ciwanên ku di roja me de di bin êrîşan de ne jî  xwedî berpirsiyarin. Ji ber ku em dizanin şerê taybet tenê bi perwerdeyê dikare vala bê derxistin. Ciwanên ku rastî êrîşên tên û armanca êrîşan fêm dikin bixwe ji bo xwe ji van êrîşan biparêzin tev li nav YBŞ-YJŞ’ê dibin.

*Di nav Rojhilata Navîn de jin tim tune hatine dîtin û jin tim mexdûrê şerên ku mêr derdixin bûne. Niha tu wek şervanek jin  ji bo parastina hebûna xwe şer dikî. Ew hêza ku rê li ber şervaniya te vekir çi bû?

Di tevahiya diroke mirovahiyê de heta roja me ya îro jiyan bi saya jinan berdewam kiriye. Lê desthilatdariye mêr hertim li kêleka vê jiyanê, xwe cuda daye jiyankirin û jin ji nedîtî ve hatine dîtin. Mêr her tim bûne kedxwarê keda jinan. Hişmendiya mêrperest dewletê ava kiriye bixwe bûye xûlamê vê pergalê û di nav vê kolebûna xwe de xwe li ser jinan serwer dîtiye. Desthilatdariya mêr hertiştî ji xwe re maf dibîne lê tu mafî ji jin û jiyanê re nahêle. Jixwe qedera bi zihniyata mêr ji jinan re hatiye diyarkirin tu mafê jiyana azad tê de nayê dîtin, qedera ku ji jinan re hatiye diyarkirin ji derveyî kuştin, tecawiz û şidetê tu tiştek di nav xwe de nahewîne. Ji ber wê di fermanê de ewqas jin di bazaran de hatin firotin û ji bo hemû cihanê ev wek tiştek normal hat dîtin. Ji ber ku hemû cihan bi hişmendiya mêrperest tê rêvebirin.

*Tu wek şervanek jin ji bo neteweyên ereb, tirkmen, afgan, azerî û hwd. Karibin xwe biparêzin rola rêxistinbûn û şervanbûna jinan çawa dinirxînî?

Em vêya jî ji bîr nakin ya ku çand, exlaq û edaletê dipareze jî jin e. Jixwe ji ber vê ye jin her di hedefa serdestan de ne û dixwazin bêbandor bên hiştin. Dema ku jin di civakan de bi bandor be serdest wê nikaribin civakê teslîm bigirin. Ji ber vê ya Reber Apo got heta jin azad nebe civak azad nabe, yanî azadiya hemû civakan bi azadiya jinan re pêkan dibe. Me bi xwe jî wek jinên êzidî azadiya xwe di fikir û felsefeya Reber Apo de dît û ji roja fermanê heta niha me xwe li ser vî fikirî bi rêxistin kir.  Tenê ji bo azadiya jinên êzidî na ji bo azadiya hemû jinan û civakan em xwe berpirsiyar dibînin ku li ku derê êrîş li ser jin û civakan hebe em dikarin bibin xwedî bersivên dijwar.

Ji bo wê jî tu kes nikare mafê jinan ji destê wan bigire. Ji bo ku jin bibe xwedî mafên jiyana azad xweparastina jinan jî tiştekî nebe nebe ye. Li ser vê esasê dema jin xwebirêxistin bike dikare bibe xwedî îradeya azad. Ev mijar ji bo hemû jinan derbasdar e ji ber ku hemû jin di bin xetereyê de ne. Bi taybetî di roja me de ji bo jinen afgan û filistinî. Heke nebin xwedî parasatina cewherî û îradeya xwe dê tim mehkûmê tundî û tunebûnê bin. Ji bo ev tunebûn pêk neyê divê têkoşîneke xurt bê dayîn û yekitiya jinan pêş bikeve. Dema ku yekitî hebe çi êrîş were ser jinan jî ew ê vala were derxistin. Ji ber ku di xwezaya jinan de ruhê berxwedan û têkoşînê heye divê ev ruh were xurtkirin da ku ew qedera ku ji bo jinan hatiye diyarkirin û jiyana li wan hatiye ferzkirin vala bê derxistin û li dewsa vê jiyanê jiyana azad û bi wate were bicihkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar