Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şervana YPJ’ê Vejîn Jiyan ya ku birîndar bûbû, şehîd ket

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê diyar kir ku şervana wan Vejîn Jiyan (Hîcran Ecûz) a ku di 27’ê Tîrmehê de di qezayekê de bi giranî birîndar bûbû, şehîd bû.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir şervana wan Vejîn Jiyan (Hîcran Ecûz) a ku di 27’ê tîrmehê de di qezayekê de bi giranî birîndar bûbû, şehîd bû.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat diyarkirin: “Rihê jinên ciwan hêza esasî ya domandin û bilindkirina şoreşa jinan a Rojava ye. Şoreşa ku bi îrade û bîrdoziya jinan bi pêş ket careke din bi tevlêbûna jinan her roja ku diçe bi pêşxistina pergala neteweya demokratîk re geştir dibe. Jinan di nava refên YPJ’ê de wateya hebûna xwe gihand asta lûtkeyê.

Têgehên berxwedan û serhildan bi erdnîgariya Botanê re heman wateyê dihewînin. Bi taybet jinên Botanê di têkoşîna azadiya gelê Kurd de her dem bi rola pêşengiyê rabûne. Ev rihê berz û pîroz ê berxwedanê wek kevneşopiyekê heta roja me ye îro xwe gihandiye.

Hevrêya me Hîcran Ecûz bi nasnav Vejîn Jiyan di sala 2000’an de di nava malbateke welatparêz a Cizîra Botan de ji dayik bû. Hevrê Vejîn wek jineke ciwan bi çîrokên lehengiyên jinan re mezin dibe û ev yek jî di kesayetê wê de lêgera jiyaneke azad diafrîne. Di sala 2015’an de dema ku dewleta Tirk a qirker di berxwedana rêveberiyên xweser a Bakurê Kurdistanê de bi avayekî hovane û dijmirovî êriş bire ser Cizîra Botan, hevrê Vejîn jî wek jineke ciwan a Cizîrî ji bo li hemberî her cure dagirkerî, hovîtî û polîtîkayên kirêt ên dewleta Tirk bibe bersiv, di sala 2016’an de berê xwe de şoreşa Rojava û cihê xwe di nava refên YPJ’ê de girt.

Hevrê Vejîn di daxwaz û armancên xwe de zelal bû. Di nava refên azadiyê de bi rihê ciwantî û bi sekna xwe ye ku di xeta jiyana azad de israr dike re, di demeke kurt de fêrî jiyana şoreşgerî bû. Di nava refên şoreşê de xweperwerdekirin û avakirina kesayetiya xwe mijareke girîng e. Hevala me Vejîn jî hem xwe perwerde dikir hem jî xwe li beranberî perwerdekirina ciwanan jî berpirsiyart dîdit, bi vî ruhê berpirsiyartiyê bi sedan ciwanên Rojavayê Kurdistanê perwerde kir. Bi vê sekin û cesareta xwe di her kêliya jiyana xwe ya di nav refê azadiyê de gelek erk û berpirsiyariyên girîng da ser milên xwe. Di nava şoreşa Rojava de bû xwedî kedeke bêhempa. Heval Vejîn ji bo tola gelê xwe ji pergala deshilatdar rake û pergala modernîteya demokratîk ava bike, xwedî biryardariyeke bilind bû. Wek jineke ciwan di birdozîya rizgariya azadîya jinan de xwedî sekneke diyarker bû. Hevrêya me Vejîn bi sekna xwe di nava refên şoreşê de îfadeya rihê fedaîtiyê dikir.

Hevrê ye me Vejîn dema ku li ser erka xwe bû, di 27’ê Tîrmehê de di encama qezeyekê de ku li Hesekê çêbû, bi hevrêyên xwe Hesina Musa Mihemmed (Avaşîn Cûdî), Hîba Abdulqadir Bekir (Hîba Hesekê), Bêrîvan Abdil Xelef (Bêrîvan Hesekê), Emîne Nebo Silêman (Dilar Kobanê ) û Şêrîn Elî (Adar Cûdî) re birîndar bûbû û ruxmî hemû hewldanên dermankirinê jî di 7’ê Tebaxê de ji ber ku birînên wê giran bûn, şehîd bû.

Soz û peymana ji doza şehîdan re tê dayîn, soz û peymana herî pîroz e. Em di serî de ji malbata hevrêya xwe ya hêja ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Ji bo rizgarkirin û xilaskirina her bihûsteke axa welat gelek hevrêyên me yên hêja canê xwe feda kirin. Hevrêya me Vejîn jî yek ji wan hevalan bû, em ê jî weke hevrêyên wê her dem li pey doza wê bin. Heta ku azadiya welat mîsoger bibe wê tekoşîna me bênavber bidome.

Nasnameya hevala me ya şehîd wisa ye:

Nasnav: Vejîn Jiyan

Nav û Paşnav: Hîcran Ecûz

Navê Dayikê: Newroz

Navê Bav: Behrem

Cih û Dîroka Jidayikbûne: 2000, Cizîr

Cih û Dîroka Şehadetê: 07.08.2023, Hesekê”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar