Şervanên HSD’ê di çalakiya rizgarkirina gundê Alya yê Til Temirê de panzêreke artêşa tirk desteser kir
Berxwedana Rûmetê ya li dijî hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê berdewam e. Şervanên HSD’ê di çarçoveya berxwedanê de derbên giran li hêzên dagirker didin.
Hat zanîn ku şervanên HSD’ê gundên Alya û Erbeîn ê girêdayî navçeya Til Temirê ji komên çete yên dagirker rizgar kirin. Çavkaniyên leşkerî da zanîn ku şervanan li gund dest danî ser panzêreke artêşa tirk a dagirker. TIL TEMIR