Şervanên HSD’ê gundê Sêda yê li rojavayê kampa Eyn Îsayê piştî pevçûnên dijwar ji hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê paqij kirin
Hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê ji duh serê sibehê ve li dijî Eyn Îsa û gundwarên wê êrîşeke dijwar a dagirkeriyê dan destpêkirin. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî bersivên tund didin.
Di çarçoveya şer û pevçûnan de, şervanên HSD’ê li gundê Sêda yê li rojavayê kampa Eyn Îsayê li dijî çeteyan oprasyon da destpêkirin.
Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku şervanên HSD’ê piştî pevçûnên dijwar, gundê Sêdayê ji hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê rizgar kir. EYN ÎSA