Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Şervanan gundekê Eyn Îsayê ji çeteyan paqij kir

Hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê gundê Qizilî û gundên li derdora Girê Spî topbaran kirin. Li ser bersivdayîna şervanan jî 8 dagirker hatin kuştin û gundê El Erîdiyê yê Eyn Îsayê jî hate rizgarkirin

Dewlet tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê şevê din saet derdora 11.00’an ve bi çekên giran êrîşî gundê Qizilî û gundên derdora Girê Spî dikin. Li hemberî van êrîşan jî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçoveya mafê xweparastinê de bersivên tund dan dagirkeran.

Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku li hemberî êrîşên bi obus û hewanan ên hêzên dagirker, şervanên HSD’ê jî bersivên tund dan. Hat zanîn ku di encama topbarana hêzên dagirker de zirarên madî li herêmê çêbûn.

Li gorî agahiyan, li ser bersivdayîna şervanên HSD’ê jî 8 çete hatin kuştin û seyareyeke çeteyan hate teqandin. Di heman demê de şervanên HSD’ê gundê El Erîdiyê yê li bakurê Eyn Îsayê jî ji çeteyan paqij kir. GIRÊ SPÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar