Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Şervanan li gundê Arîdayê bersivên tund dan dagirkeran

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundê Arîda yê Girê Spî kirin. Li ser bersivdayîna şervanan jî çeteyek hate kuştin û 2 çete jî birîndar bûn

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên El Nusra û DAIŞ’ê yên li dijî rojavayê Kurdistanê bênavber didomin. Hêzên dagirker îro jî êrîşî gundê Arîda yê Girê Spî kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê, hêzên dagirker piştî ku êrîşî gund kirin şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bersivên tund dan. Hat zanîn ku di encama bersivdayîna şervanan de çeteyek hate kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.

Bîlançoya HSD’ê

Navenda Ragihandinê ya HSD’ê jî di 3’yê kanûnê de bîlançoya 47 rojan aşkera kir. HSD’ê destnîşan kir ku dewleta tirk 147 caran qadên sivîlan bombebaran kirin û herî kêm 42 caran jî bi balafirên şer ên bêmirov êrîş pêk anîn. HSD’ê da zanîn ku di encama van êrîşan de 68 sivîl hatine qetilkirin. Her wiha ji 17’ê cotmehê heta 2’yê kanûnê jî 214 sivîl birîndar bûn.

Agirbest tê binpêkirin

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta tirk a dagirker tevî peymanên agirbestê yên bi DYA û Rûsyayê re jî êrîşên xwe yên li ser herêmê didomîne. Ji ber van êrîşan jî piraniya wan jê zarok, bi dehan sivîl hatin qetilkirin. Dewleta tirk a dagirker herî dawî jî di 2’yê kanûnê de bombe li sivîlên li Til Rifatê barandin û di encamê de 8 jê zarok bi giştî 10 sivîl qetil kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar