Welatiyê 50 salî Ebû Elî tevî temenê xwe ji bo parastina xaka xwe tev li refên HSD’ê bûye. Ebû Elî wiha dibêje: “Min got ku parastina welat, erka her welatiyekî ye. Ax, şeref û rûmet e. Ji bo parastina vê şeref û rûmetê ez tev li şervanan bûm.”
Li hemberî êrîşên qirkirinê yên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên DAIŞ, El Nusra û OSO’yê, gelên rojavayê Kurdistanê jî li ber xwe didin. Yek ji welatiyên ku tevî temenê xwe yê mezin di nava refên berxwedanê de cih digire jî Ebû Elî yê 50 salî ye. Elî ji Qamişloyê ye û ji bo parastina xaka xwe çek rakiriye.
Têkildarî mijarê Ebû Elî diyar kir ku wî kirinên Erdogan û çeteyên wî yên weke darvekirin, talan, dizî û hwd. li ser televîzyonan temaşe kiriye û wiha domand: “Min got ku parastina welat, erka her welatiyekî ye. Ax, şeref û rûmet e. Ji bo parastina vê şeref û rûmetê ez tev li şervanan bûm. Ev erk ne tenê ya kurdan, a ereb û suryanan e jî.”
‘Jiyaneke azad û birûmet mafê me jî ye’
Ebû Elî anî ziman ku ev axa wan e û wiha pê de çû: “Em dev ji vê axê bernadin. Jiyaneke azad û birûmet mafê me jî ye. Yên ku nikarin li welatê xwe birûmet bijîn, ji bo wan mirin çêtir e. Me tiştên DAIŞ’ê bi serê me anîn dîtin. Lewre em tenê bi pariyekê nan jî bijîn divê em dest ji axa bernedin. Gelê herêmê êrîşî tu kesî nekiriye. Lê dagirker hebûna me hedef digirin. Weke pêkhateyên kurd, ereb û suryan em xwediyên vê axê ne û bi hev re bi rûmet û serfirazî dijîn. Parastina vê xakê jî erka me hemûyan e. Mirina li ser vê axê jî şeref e û serkeftin dê parast xwedî heq be.”
Bang li ciwanan kir
Herî dawî jî Ebû Elî ev tişt anî ziman: “Şer li ser me ferz bû. Dagirkerên tirk û çeteyên wan êrîşî me dikin. Berxwedana li hemberî wan şanaziyeke bêhempa ye. Şehadeta di vê rêyê de rûmet û serfiraziyek e. Hêvî dikim mîna ciwanên ku ji bo parastina me şehîd bûne, ez jî şehîd bibim. Hewaya li ser axa pêşiyên me bi qasî pereyên dinyayê ye. Em bang li ciwanan dikin ku dernekevin derve û welatê xwe biparêzin.” QAMIŞLO