Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şervanê birîndar dikene û dibêje: Em ê qira wan bînin lê ew ê nekevin Serêkaniyê

Ji berxwedêrên Serêkaniyê Andok ku ji pêyê xwe birîndar bûye, li kamerayê dinihêre, dikene û wiha dibêje: “Em ê qira wan bînin lê em ê nehêlin çete bikevin Serêkaniyê.”

Dewleta tirk a dagirker di 9’ê cotmehê saet 16.00’an de li dijî rojavayê Kurdistanê êrîşa qirkirinê da destpêkirin. Li hemberî vê êrîşa qirkirinê jî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçoveya Berxwedana Rûmetê de bersivên tund didin. Dewleta tirk di van êrîşan de tevî balafirên şer, tank, top, çekên giran û bi hezaran çete û leşkeran, di heman demê de çekên kîmyewî jî bi kar tîne.

Bi taybet jî li eniya berxwedanê ya Serêkaniyê şervanên HSD’ê tevî hemû bêderfetî û êrîşên mezin jî berxwedaneke bêhempa nîşan didin. Şervan bi israr û bi kelecaneke mezin li ber xwe didin û nahêlin ku hêzên dagirker bikevin bajar. Yek ji van şevanên di eniya şer de li ber xwe dide jî Andok e.

Şervanê birîndar

Andok di encama berxwedana dîrokî de ji pêyê xwe birîndar bûye. Lê tevî vê yekê jî bi rûken e û bi bawere ku dê hêzên dagirker nekevin Serêkaniyê. Andok dibêje ku 2 roj piştî destpêkirina êrîşa li ser Serêkaniyê, derbasî eniyên şer bûye.

Bersiv da pirsa Erdogan

Di vê navberê de nûçegihan pirsa; ‘Erdogan dibêje ku ez ketime Serêkaniyê û me dagir kiriye. Gelo tu çi dibêjî?’ dike. Andok wê pirsê wiha dibersivîne: “Wila nikare bikevê. Heta niha derbên pir giran jî dixwin. Em ê qira wan bînin. Ji xwe qira wan tê û nikarin pêş bikevin. Serkeftin a me ye. Bijî Serok Apo.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar