Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Perşembe - 29 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Şervanê enternasyonalîst: Piştgirîdayîna YPG û YPJ’ê erka mirovahiyê ye

Şervanê enternasyonalîst Serhat Tiqqun ku di nava refên YPG’ê de ye anî ziman ku piştgiriya bi YPG û YPJ’ê re erkekî rûmetê ye. Tiqqun bi lêv kir ku YPG û YPJ’ê ji bo mirovahiyê bedelên giran dan û divê hemû cîhan bi piştgirîdayîna şervanan re erka xwe ya mirovahiyê pêk bîne

Şervanê enternasyonalîst ê ser bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Serhat Tiqqun ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bi Mûstafa Çoban re axivî. Tiqqun ku di nava tevgera xweser a Nantes Revolteeyê de demekê dirêj xebitî, ev sê sal in jî li Rojava di nava refên YPG’ê de li dijî DAIŞ’ê têdikoşe. Tiqqun di heman demê de tev li Berxwedana Rûmetê ya li Serêkaniyê jî bû.

Tiqqun anî ziman ku ji bo aramiya herêmê YPG û YPJ’ê zêdetirî 10 hezar şehîd dan û wiha got: “Ev sê sal in li Rojava di nava refên YPG’ê de têdikoşim. Her wiha tevî tevgerên şoreşger ên tirk ên ji aliyê siyasî û leşkerî ve xwe bi rêxistin kirine têdikoşim. Di nava vê demê de min dît ku gelên Rojava ji bo şoreşê temam bikin ketin nava têkoşîneke mezin. Ger ji YPG û YPJ’ê nebûya, têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dê tu caran bi ser neketa. Piştgiriya bi YPG û YPJ’ê ji bo me erkekî rûmetê ye. Li dijî dagirkeriya dewleta tirk piştgiriya bi van hêzan re, ji bo Ewropa, Amerîkaya Bakur û tevahiya cîhanê erkekî rûmetê ya mirovahiyê ye.”

‘Rêbaza herî guncav Konfederalîzma Demokratîk e’

Di berdewamê de jî Tiqqun bi lêv kir ku YPG û YPJ ne tenê hêzeke leşkerî yên ku li dijî faşîzma DAIŞ’ê têdikoşinin û wiha dom kir: “YPG û YPJ hêzeke şoreşger in ku soza paşerojê didin. Di nava civakên sosyal, feminîst de projeya konfederalîzma demokratîk xewn û xeyal nîne. Ev yek ji bo pêkhatina demokrasiyê li Rojhilata Navîn rêbaza herî guncav e. Ji bo li herêmê aştî û aramî pêk were, rêbaza çareseriyê ya herî guncav Konfederalîzma Demokratîke. Xwevegirtina ji vê projeyê sûcekî rastî ye. Ev yek ne tenê li pêşberî gelên Rojhilata Navîn li dijî tevahiya mirovahiyê sûcekî mezine.”

‘Dewleta tirk li xaka azad tovên barbariyê diçîne’

Bi domdarî jî Tiqqun anî ziman ku dewlet tirk li xaka ku bi kedeke mezin hatiye azadkirin tovên barbariyê diçîne û wiha derbirî: “Divê pêşî li vê bê girtin. Ev yek tenê erka milîtanên şoreşger nîne. Her kesên xwe weke mirovekî baş dibînin divê li dijî vê yekê têbikoşin. Şehîdên şervanên enternasyonalîst li Serêkaniyê jî çêbûn. Di êrîşeke hewayî ya dewleta tirk de 8 hevalên me şehîd bûn. Fermandara me û hevrêya me Ceren Guneş şehîd bû. Pêkanîna xeyalên şehîdan tenê bi dewamkirina têkoşîna wan dibe. Dema ku em li van hevrêyên xwe difikirin dikeve bîra me ku divê em têkoşîna wan bigihînin asta herî bilind û xurt bikin.”

‘Di nava êrîşkaran de çeteyên DAIŞ’ê jî hene’

Tiqqun diyar kir ku dewleta tirk bi dagirkeriyê re li herêmê rewşeke kaosê afirandiye û wiha pê de çû: “Di nava êrîşkaran de çeteyên ‘Îslamî yên tundrew’ ên cuda hene. Divê ev yek bê fêhmkirin. Yê ku van çeteyan li hev kom dike û bi rêxistin dike dewleta tirk e. Ev çeteyên cîhadîst ji bo pereyan şer dikin. Bi sedan DAIŞ’î di nav de ne. Yên ku li Efrîn û Idlibê şer kirin hene. Ew kes in ku li herêmê komkujî kirine, dizî kirine, dest avêtine mirovan û sûcên li dijî mirovahiyê kirine. Divê ji aliyê leşkerî û siyasî ve ev faşîst bên tunekirin.”

‘Gelên cîhanê divê ji bo Rojava gavên berbiçav biavêjin’

Herî dawî jî Tiqqun ev tişt destnîşan kir: “Dewleta tirk çek û derfetên leşkerî yên NATO’yê pêşkêşî van çeteyan dike. Mirovên li Ewropayê yên xwe berpirsyar dibînin divê li dijî vê yekê bikevin nava hewldanên wisa ku bandorê li polîtîkayên dewletên xwe bikin. Dewletên serdest niha biryar wergirtine ku Rojava bi tenê bihêlin. Ev rewş cihê şermê ye. Gelên cîhanê hemû divê ji bo Rojava gavên berbiçav biavêjin.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar