Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Şervanê HRE’yê Polat Efrîn tevlî kerwanên nemiran bû

HRE’yê daxuyand ku şervanê wan Polat Efrîn ê di 13’ê mijdarê de birîndar bûbû, evî hemû destwerdana bijîşkan jî nehat rizgarkirin û di 24’ê mijdara 2024’an de tev li karwanên nemiran bû.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî şehadeta Polat Efrîn (Şiyar Reşo) daxuyanî da. Di daxuyaniya têkildarî mijarê de HRE’yê ev agahî dan:

“Hevrêyê me Polat Efrîn dema li ser erk û wezîfeya xwe bû, di 13’ê mijdarê de li navçeya Şêrawa ya girêdayî herêma Efrînê birîndar bû û demeke dirêj tedawiya xwe didît. Mixabin tevî hemû destwerdana bijîşkan jî nehat rizgarkirin û di 24’ê mijdara 2024’an de tev li karwanên nemiran bû.

Têkoşîna azadiya gelê kurd bi derketina şewq û ronahiya Rêber Apo ve hate destpêkirin û her ku çû weke deryayekî pêl bi pêl mezin bû û herikî. Destpêkê bandorekî mezin li ser kurdan avakir û gav bi gav ji bo gelên bindestan bû hêviyek. Gelê me bi salan bû ji êrîşên dagirkeran rûbirû mabû û êşên mezin kişandibû, vê carê xwe bi fikr û ramanên Rêber Apo ve rêxistin kir. Bê guman di oxira rêya azadiyê de jî ji her bedelê ra çi pêwîst kir, dan raberkirin. Malbata hevreyê me Polat jî yek ji wan malbatên ji Kurdistanê ye ku bi taybetî bi hatina Rêber Apo li Sûriyeyê ve hîn bêhtir xwedî şans bûn ji nêz ve Rêber Apo nas bikin û bibihîsîn û li ser van bingehan jî bi girêdana çand û kevneşopiya Kurdî ve welatparêziya pêwîst dan raberkirin û zarokên xwe tevlî nava refên azadiyê kirin.

Hevrêyê me Polat Efrîn jî di malbatekî wiha de hîn di temenê xwe yê ciwan de bi çîrokên tije lehengî û qehremaniya keç û xortên welatê me ve mezin dibe û wisa kesayetê wî têşe dide jiyana wî. Bi taybetî piştî êrîşên îmha û qirkirinê li ser gelê me destpêka Şoreşa Rojava de bi destên komên cîhadîst destpê dike, ji sekna xwe ya berxwedêr û têkoşînê tawîz nade û li ser xaka bav û kalê me dest bi parastina deskeftiyên şoreşê dike.

Dewleta Tirk a ku para xwe ji nirxên mirovahiyê negirtî ye, dema dibîne li ku derê Kurdên azad hene, tehemûlî nasname, ziman û hebûna wan nake, ji bona vê yekê jî her demê êrîşên xwe topyekûn tîne ser gelê me. Bi taybetî piştî ku bajarê Efrînê li pêş çavê cihanê hat dagirkirin şûn ve hevrê Polat hîn bêhtir hêrs û kîna dilê wî li hemberî dewleta tirk û çeteyên hov ê dijmin germ bû, li ser van bingehan tevlî nava refên Hêzên Rizgariya Efrînê bû da ku bikaribe ji êş û azara gelê me ra bibe bersiv.

Hevrê Polat Efrîn di temenê xwe yê ciwan, bi germahî û rûkeniya xwe ve her bi coş û kelecanekî mezin xwe tevlî nava erk û wezîfeyên demê kir. Bi hevaltî û sekna xwe yê ji dil û bi fedekariya xwe ve her demê hate hezkirin û cihê xwe di nava dilê hevalên xwe de hişt.

Weke Hêzên Rizgariya Efrînê di serî de em sersaxiyê ji malbata hevrêyê xwe Polat Efrîn, tevahî gelê xwe yê welatparêz a Kurdistanê ra dixwazin. Ji bo rizgarî û dawî anîna li dagirkeriyê di oxira doza azadiyê de her çi qas me gelek bedelên giranbiha dabe jî lê her demê em bi bîr û baweriya serkeftinê, bi xeyal û armancên şehîdên xwe yê qehreman ve jiyan dikin û têdikoşin, teqez em ê serkeftinê misoger bikin.”

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Polat Efrîn
Nav û paşnav: Şiyar Reşo
Navê dayikê: Cemîle
Navê bav: Xelîl
Cih û dîroka şehadetê: Herêma Efrînê, 24’ê mijdarê 2024’an

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar