Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Şervanên Heftanînê berxwedana zindanan silav kirin

Şervana Cenga Heftanînê Viyan Çiya berxwedana zindanan silav kir û anî ziman ku dê berxwedan serketinê bîne

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li qada Xantûr a Heftanîn ên di Pêngava Cenga Heftanînê de li dijî artêşa tirk a dagirker li ber xwe didin, berxwedana zindanan ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de hatiye destpêkirin, silav kirin.

Gerîlaya YJA Starê Viyan Çiya diyar kir ku ew xwedî heman ruhî ne tenê mekan cuda ye û ev nirxandin kir: “Berxwedana zindanan di dîroka têkoşîna Kurdistanê ya 40 salên dawî de xwedî rol e, di hemû pêvajoyan de jî xwedî bandor bûye û guherandiye. Em niha li Heftanînê li ber xwe didin. Hem li Heftanîn û hem jî li zindanan li her qadên ku ruhê berxwedanê yê PKK’ê hebe, kelhên berxwedanê tên avakirin. Eger ku hêvî û hêza serketinê hebe di serî de ev bi berxwedana Rêbertî ya li Îmralî û hemû hevrêyên li ber xwe didin e. Ketina ferqa ku daxwazên şehîd û gel û ketina ferqa vê mirovan radike berxwedanê.

Her demê hevrêyên me yên li zindanan di demên krîtîk de bi erka xwe ya şoreşgerî rabûne û xwedî li Rêbertî derketine. Ev yek tim di nava partiyê de wiha tê nirxandin. Dema qala hevrê Mazlûm Dogan, Kemal Pîran, Mehmet Hayrî Dûrmûşan û Çaran tê kirin, tim ev heqîqet tê vegotin. Qadekî ya şoreşgerî û têkoşînê ye. Heta yek ji cihên herî şer lê dijwar, têkoşîn lê xurt û xwedî vîneke polayî Zindana Îmralî ye. Rastiya dijmin yek ji cihên herî zêde ber bi çav tê dîtin, zindan in. Ji bo vê vîna tê nîşandan vîneke pir mezin e. Em niha hêz û moralê ji wan digirin li Heftanînê li ber xwe didin.”

Dê ev ruh serkeftinê bîne

Gerîla Çiya destnîşan kir ku berxwedana zindanan bi ruhê berxwedanê ya çalakiya Rojiya Mirînê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li ber xwe dide û axaftina xwe wiha dawî kir: “Ev ruh li bajar, çiya, zindanan li her cihê civak lê ye derdikeve holê. Ev ruh wê serketinê bîne. Ya ku vî ruhî bi me dide jiyîn, hêza têkoşînê dide û dike xwedî vîn eşqa azadiyê ye. Rêbertî xeta me ya esasî ye ku dev jê neberdine, rênîşaner û heqîqeta me ye. Heta azadiya wî ya fîzîkî pêk neyê, azad nebe, ma dibe li van çiyan û ciheke din azadî pêkan be. Berxwedana ji Îmralî heta Heftanînê digihêje zindanan li her cihê Kurdistanê tê kirin, silav dikim. Hevrêyên me yên zindanan ne bi tenê ne. Me ruhê berxwedanê ji hevrêyên xwe yên di berxwedana Zindana Amedê de şehîd bûne girti ne. Heta niha me çi qezenc kiribe, bi vî rûhî pêk hatiye. Ji niha û şûnde jî ku em qezenc bikin em ê bi vî ruhî qezenc bikin.

Eger ku heta niha dagirkeran li Heftanînê bi ser neketibe, bi saya vê berxwedanê ye. Em hê jî li Heftanînê çeperên xwe diparêzin. Ruhê berxwedanê yê Apoyî li her derê ye. Dem hatiye li zindan, li çiya û bajaran e. Em li Heftanîn, hevrêyên me li zindan û gelê me li her derê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin, em ê bi teqez Rêbertiya xwe azad bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar