Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Şervanên HRE’yê 20 çeteyên tirk kuştin

HRE`yê diyar kir ku şervanên wan li Ezaz û Marê li dijî çeteyan çalakiyên bi bandor li dar xisine û ragihand kudi van çalakiyan de 20 çete hatine kuştin û 17 çete jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên şervanên ên li hemberî çeteyên tirk de daxuyanî da. HRE’yê daxuyand ku li hember êrîş û siyasetên dewleta tirk a dagirker û komên çeteyên wê, 2 çalakî li dora bajarê Ezaz û Marê li dar xistine. Di encamê de 20 çete hatine kuştin û 17 çete birîndar bûne.

HRE`ê têkildarî her du çalakiyan ev agahî parve kirin:

” Hêzên me di çarçoveya bersivandina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de 2 çalakî li dar xistin.

1- Di roja 9’ê tebaxê de li xeta Ezazê Hêzên me çalakiyekî serdegirtinê li ser çeperên dagirkeran li dardixin, çeperên dagirkeran ên liwir bi temamî hatin îmhakirin û di encama vê çalakiya de 3 çete hatin kuştin û 5 çete jî birîndar dibe.

2- Di roja 11’ê tebaxê de li Xeta Mare hêzên me ji 3 baskan ve dikevin nava çeper û mevziyên dijmin, livir bi awayekî bandor li gorê hatî plankirin li dagirkeran heyî tê xistin û hêzên me diçin dikevin nava çeperên dijmin û îmha dikin, di vê çalakiyê de 2 Seyareyên doçka 14’ê nîv barkirî di destpêkê da dikevin destê hêzên me. Pêştê êrîşê çete bi çeka doçka bi giranî takviyeya diin hezên me li wir jî her du seyareyên doçka yên 14’ê nîv tevê seyare yan îmha dikin, di heman demê de piştê vê yekê jî hêzên me diçin ser cenazeyên dijmin ji ser wan çek û alavên leşkerî radikin, Carekî din jî dema dagirker dixwezin werin takviyeyê li seyareyên wan tê xistin li vê derê jî maşîneya takviye û dagirkerên têda hemû tê kuştin.

Hevalên me bi saxlemî vedigerin cihê xwe. Di encama vê çalakiya de 17 çeteyên dagirker tên kuştin, 12 jî birîndar dibe. Di heman demê de 2 seyareyên Doçka barkirî, 1 Seyareya Takviyeyê, 2 Motor, mevzî û çeperên tên îmhakirin, 1 Çeka B-7 ( Bisving guleyê xwe û çenteyê xwe), 2 rext, 7 Jarjorê AK-47 û mîqdarekî fîşekên xwe, telefonekî û her wiha nasname yen wan tê desteserkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar