Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) derbarê çalakiyên şervanên HRE’yê de daxuyanî da û diyar kir ku çalakiyên wan ên bersivdayinê bênaver berdewam dikin. HRE’yê têkildarî encama çalakiyên 9 û 10’ê mijdarê jî ev agahî da:
“9’ê mijdarê li xeta Mareyê di çalakiya sekvanî de çeteyekî dagirker hat kuştin. Heman rojê li xeta Şerayê di çalakiya sekvanî de çeteyekî din hate kuştin.
10’ê mijdarê li Xeta Şêrewayê di çalakiya sekvanî de çeteyekî dagirker hate kuştin.”